Tenêtiya nehilbijartî
Gelo rastî ne ew e ku piraniya mirovên li nav civakê, li gorî teoriya feydedariyê (utîlîtarîzmê) tevdigerin? Ew ne ya rast, lê ya herî 'bikêr', tenêtiyê hildibijêrin. Civatek derewîn a rûken, ji bo piraniyan rewşa herî bikêr e, ji ber ku kêmtir êş û ewlehiyê dide.

Herkes diçe, mirov tenê dimîne. Ev ne hilbijartin e; ev hinekî ji neçarî ye. Tu hewl didî xwe bidî karekî, tu hewl didî bibî giyan ji giyanên li ber sekratê re, lê carekê tu dibînî ku giyanê te ketiye ber sekratê û tu di nav xwêdanê de dinalî.
Ew nalîn li zinaran diqewime, xwe berî nav newalan dide û tê li quncikê dilê te vedigere. Dîsa jî tu nikarî tiştekî çareser bikî, tewlê nikarî ji bêdengiya hundirê xwe re bibî ziman. Talî û dawî, pênûsa te dibe giyan, ew te tenê nahêle, di şevên lal de dibe ziman.
Çima yên ku giyanên wan zindî, piştî ku hewl didin ji giyanên ber sekratê re bibin can, ruh ji wan dikêşe? Tu dibêjî qey yekî tu hildayî û yek te ber bi jor ve dikişîne. Mirov li naverastê matmayî dimîne; di vir de direve û bi wir de direve û di qelîştoka erdê re diçe xwarê. Ew mirov çima diçe xwarê, kes jî nabe alîkar, kes jî li sedema ku ew aniye wê astê napirse? Herkes xwe vedişêre û gotin ji giyanên ber sekratê dimînin. Tu xwebixwe dibêjî, ez çawa ketim ber sekratê. Lê tu dikî û nakî êdî bersivekê nabînî ji vî halê xwe re. Tu dibêjî qey ên bi giyan ew bûn û tu ji mêj ve di vî halî de yî.
Tu rastiyan li pişta xwe dikî, pişta te qop dibe, ji ber ku kes ji rastiyan hez nake. Kes naxwaze xwe ji civata rûken lê pir derew mehrûm bike. Çima wê ji te hez bike, sedem heye ma tu qala heqiyê dikî, tu qala exlaqî dikî...
Lê belê, gelo ev nefret ji rastiyê, ne ji ber tirsa ji barê azadiyê ye? Mirov di nav xweliyê de rastiyê bi destên xwe diparêze, lê ji ber ku bihayê wê rastiyê giran e, ew paşê bi çavên tirsonek lê dinihêre. Tu behsa 'heqiyê’ dikî, lê gelo 'heqî' ne tenê peyveke me ji bo aramkirina dilê xwe afirandiye? Gelo rastî ne ew e ku piraniya mirovên li nav civakê, li gorî teoriya feydedariyê (utîlîtarîzmê) tevdigerin? Ew ne ya rast, lê ya herî 'bikêr' tenêtiyê hildibijêrin. Civatek derewîn a rûken, ji bo piraniyan rewşa herî bikêr e, ji ber ku kêmtir êş û ewlehiyê dide.
Exlaqê ku tu dibêjî, ji bo wan tenê kirasek e ku gava hewce be li xwe dikin û gava zirar bide wan, tavilê ji ser xwe dişeqitînin. Kîjan ‘îradeya qenc’ (goodwill) ya Kantî wan ajot dema ku ew dizanin ku heqî di rastiya te de ye, lê ew dîsa jî rûyê xwe yê derewîn diparêzin?
Bersiv di ‘Rewşa Xwezayî’ ya Hobbesî de veşartî ye: Civakê di bin rûyê xwe yê medenî de, tenê ji bo berjewendiyên xwe yên bêdawî li hev kiriye. Û ji ber vê yekê, gava tu rastiyê vedikî, tu ne bi bêexlaq î lê bi sîstema wan a eslî ya berevajî re şer dikî.
Rastiya te, ji bo wan, ‘berdewamiya xwe ya hewce’ ya civakê xera dike. Ji ber vê yekê pişta te qop dimîne.


