Civak li benda zagonên azadiyê ye
Di ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27ê Sibata 2025an de bi gel û civakê re hatibû parvekirin re 14 meh derbas bûn. Ji wê rojê heta vê demê, bi hewldanên birêz Ocalan, ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve, ji aliyê PKKê ve gelek gavên girîng hatin avêtin.

PKK, bêyî ku demê dirêj bike xwe fesih kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî, çekên xwe şewitandin û hemû hêzên xwe kişandin derveyî sînor. Bi pêşniyaza birêz Ocalan di binê banê meclisê de komîsyoneke ku ji partiyên siyasî pêk dihat hat avakirin û vê komîsyonê bi saziyên sivîl, hemû beşên civakê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan re hevdîtin pêk anîn û di encama van hevdîtinan de rapora xwe amade kir û pêşkêşî meclisê kir.
Gel û civak li bendê ne ku ev rapora ku komisyonê amade kiriye li meclisê were nîqaşkirin, li gorî ruhê pêvajoyê pêwîstiyên vê raporê bi cih bên û encamên wê bi awayekî zelal bi civakê re werin parvekirin. Jixwe birêz Ocalan jî di hevdîtina xwe ya bi şandeya Îmraliyê re, gotibû ‘’qonaxa yekemîn bidawî bû, niha em derbasî qonaxa duyemîn dibin’’.
Di qonaxa duyemîn de jî, ji bo bipêşketina pêvajoyê pêwîstî bi sererastkirinên zagonî heye û êdî dor hatiye sererastkirina van zagonan ku li pêşiya demokratîkbûna welat û civakê asteng in.
Piştî 14 mehên ku di ser perspektîfa birêz Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re derbas bûn û pevajoyeke hevdîtin û muzakereyan heye; serokê meclisê û berdevkê AKPê derdikevin û dibêjin bila PKK çekan deyne. Ma gelo we ji bîr kir ku PKKê li ser daxwaza birêz Ocalan, ji bo ku pêvajo bi awayekî erênî bi pêş bikeve salek berê xwe fesih kir, çek şewitandin. Herî dawî jî hêzên xwe kişandin derveyî sînor.
Ev pêvajoya ku bi hewldanên birêz Ocalan hatiye asta lihevkirin û aştiyeke birûmet û bi civakê re jî hêviyên aştiyê û siberojên azad afirandine, van daxuyaniyên rayedarên AKPê vê pêvajoya erênî diderizînin û hêviya civakê ya welatekî tije bi aştî û aramiyê dişikînin.
Weke ku birêz Ocalan destnîşan kiriye, ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve civak ne gotinên ku pêvajoyê dirêj dikin û li nav demê belav dikin, gavên şênber ên sererastkirinên zagonî dixwaze. Civak êdî nêzîkatiya şolî û nezelal naxwaze. Dixwaze bi gavên zelal aliyê dewletê vîneke zelal dayne holê. Hêvî û bendewariyên civakê yên der barê pêvajoyê de pêşwazî bike, bibersivîne. Ji bo aştiyeke rastîn û mayinde, bêyî ku dereng bimîne, demildest sererastkirinên zagonî çêbike ku baweriya civakê ya bi hevdîtin û muzakereyên di warê pêvajoya aştiyê de tên kirin xurt bibe û civak qanih bibe ku aliyê dewletê jî rast û dirust nêzîkê pêvajoyê dibe.
Ji bo vê jî; Divê dewlet niyet û nêzîkatiya xwe û projeya xwe ya der barê çareseriyê de ji civakê re bi awayekî vekirî aşkere bike. Ji bo vekirina pêşiya pêvajoyê jî bi sererastkirina zagonên ku li pêşiya maf û azadiyan asteng in û rapora ku ji aliyê komisyona bin banê meclisê ve hatiye amadekirin bîne rojeva meclisê, nîqaş bike û bi encam bike.
Bi derxistina zagonên aştiya civakî ya ku hemû beşên civakê hembêz dike dest pê bike û bi vî awayî astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin. Di serî de perwerdehiya bi zimanê dayikê ku ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê kurdî, wekhevî di nav gelên Tirkiyeyê de were misogerkirin. Dawî li pêkanînên qeyûman were anîn û şaredarên ku ji peywirê hatine wergirtin vegerin ser karê xwe. Ji bo endamên PKKê yên ku çek danîne û çekên xwe şewitandine derfet bên avakirin û rêya beşdariya wan a siyasetê were vekirin. Gel û civak li bendê ne ku siyasetmedarên kurd, girtiyên nexweş û hemû girtiyên ku ji ber fikir û ramanên xwe girtî ne, serbest bên berdan. Dema ev gavên erênî ji aliyê civakê ve werin dîtin, wê demê dê civak qanih bibe û bikaribe baweriya xwe bi avabûna şert û mercên aştiyeke bi rûmet û xwişk û biratiyeke wekhev bîne.


