Hêz bibe navend!

Divê hezkiriyên civakê û gel bizanibin ku wêrekî ji holê rabibe, rastiya ‘tu ji xwe re çi dixwazî, ji kesên din re jî bixwaze’ ji holê radibe! Bi vî awayî dê kargehên koneyan bêhtir bixebitin û her ew ê li ser pişta civakê kapên xwe biavêjin!

1 deqe xwendin
Hêz bibe navend!

Heger hêz li navendekê yan jî li derdora kesekî kom bibe, ev dibe pirsgirêk. Mekanîzmaya çavdêrî û şopandinê vediguhere formalîteyê. Ji ber ku tevahî avabûn bi kes û biryarekê ve girêdayî ne! Ew ‘kes’ tevger û tixûban diyar dike. Tevahî tixûb bi destûra kesekî sist dibin, li gorî xwesteka kesekî tên tewandin an teşe digirin û wateya liyaqatê ji holê radibe.

Li vir tiştên li ber çavan nayê girtin û li ser nayê sekinîn ‘hînbûna girêdaniyê ye’. Li vir sîstem di belavkirina derfetan de; mirovan bi xwe ve girê dide û girêdaneke mecbûriyetê derdikeve holê. Girêdana aboriyê; bêdengiya polîtîk derdixîne holê. Civaka di aboriyê de xwedî girêdanê be; di warê polîtîk de ne azad e û nikare azad tevbigere.

Di rewşeke wiha de mirov bi pergalê re entegre dijîn. Ji rexnekirina pergalê ditirsin, lênepirsîn û ji bertek an ji îtirazan jî ditirsin. Ji ber ku kar, pêşnûma û alîkariyên wan bi rêbaza girêdanê, gel dike bin kontrola pergalê. Ger ku azadiya aborî nîn be, ti tişt naguhere û bi domdarî sîstem xwe ji nû ve diafirîne.

Baş e; ev sîstem dê çawa biperçive yan parçe bibe? Amûrên hilberîn û afirîneriyê serbixwe û azad bin, bê navbeynkarî bi destxistina derfetan pêkan e û aboriyeke bi vî awayî çêdibe! Ev wek tiştên biçûk dixuyên lê xalên herî hesas û dilzîz in. Ji bo vê jî hevgirtin û yekîtî jî gelek girîng in.

Ji bo sîstemeke wiha tişta herî baş û bikêrhatî ‘em û hûn in’. Ji ber ku di rewşeke wiha de kesek şaşiyên aliyê xwe nabîne, rêbaza çavdêrî û lêpirsînê ji holê radibe. Civakên parçe bûne û ji hevdu dabeş bûne kes kêmaniyên aliyê xwe nabîne. Di her merheleyê de xwe li hinceta aliyê me şaşiya nakin dipêçe. Di rewşeke wiha de teqez e ku jiyaneke bitendurist nagihîje û nikare bijî. Tê asteke wanî ku jiyana qadeke bê alî namîne.

Kesên ku vê pergalê diçêrînin; medyayê dixin bin kontrola xwe, rojevê diyar dikin û bi awayekî civakê razî dikin. Di encamê de mirov li ser pirsgirêkên rasteqîn naaxivin. Heman sîstem dadê jî dike mîna amûra polîtîkayên xwe. Li qanûnan nanihêre, wan li gorî xwestekên xwe ditewîne. 

Lê van tiştan giş bi derûniya civakan ve têkildar in, hew xwesteka ji jor ne bes e; bendewarî û xwestekên ji jêr ve jî teşe didin pêvajoyê. Kes û civakên ji azadiyê ditirsin û li benda kesekî, serokekî bi hêz bin; mehkûmî bindestiyê ne.

Li Tirkiyeyê van pirsgirêkên bingehîn, rasterast bi pêvajoyên çandî ve girêdayî ne. Li her alî problemên birêveçûnê hene; bikaranîna qanûn û rêbazan, parastina tixûnban! Binpêkirineke domdar û di asta hejandina hêmanan de, dorfirehiya heman rewşê li ber çavan bê girtin; ev derdixîne holê ku bandora cihê tu lê ji dayik bûyî û mezin bûyî jî ve girêdayî ye. Li Tirkiyeyê çandeke biyatê heye (rêbaza ji rayeyê re dibêje erê) û ev jî nêzîkbûnên zanistî û rastiya heqîqetê ji holê radike.

Qanûn, dad an jî rê û rêbaz diyar e, lê ew zanebûna bertekî ku heman tiştan biparêze gelekî lawaz e. Ger di sîstemekê de xwesteka ‘bila aliyê me bi ser bikeve çi dibe bila bibe’ serdest be û berjewendiyên demkurt ji edeleta demdirêj bêhtir werin pejirandin, ti sazî yan mekanîzma bi demdirêjî bi hêz namîne.

Divê hezkiriyên civakê û gel bizanibin ku wêrekî ji holê rabibe, rastiya ‘tu ji xwe re çi dixwazî, ji kesên din re jî bixwaze’ ji holê radibe! Bi vî awayî dê kargehên koneyan bêhtir bixebitin û her ew ê li ser pişta civakê kapên xwe biavêjin!