Buhtana sed salî û pirsgirêka kurdî

Li hemberî hemû şiyariyên Rêber Apo, KCK û mirovên biaqil yên kurd û tirk, Tirkiyeyê di “mutlak butlan”ê de israr dike. Ev mutlaqiyet berhema “aqilê xerabe” û “atolyeyên afirandina mirovan hîlkat” e. Sed sal in ev rewş dewam dike.

1 deqe xwendin
Buhtana sed salî û pirsgirêka kurdî

Cîhan di nav erdhejekê de ye û rewşeke kaotîk heye. Ne qanunên xwezayî-fîzîkî, ne kêşa erdê ya Newton, ne manyetîzma Maxwell a elektrîkê, ne hesabên matematîkî yên Eînsteîn, nikarin rê li ber mêjiyê fuzeyên balîstîk bigirin.

Felsefeya “aqilê xerabe” ku Hannah Arendt behsa wê dike, îro jî li ser kar e. (1) Aqilê xerabe, mêjiyê Naziyên Hîtler û nasyonalîstên Mussolînî ye. Ev mêjî sedema bûyerên dramatîk e. Mirovaniyê ji tecrûbeyên biêş û azar ders girtiye, lê hêzên serdest ders negirtine.

Mînak jî dewleta Enqereyê ye. Li hemberî ku li çar aliyên dewleta Enqereyê çal, kemîn û davikên têkçûnê danîn jî, dev ji “aqilê xerabe” bernade. Ne tenê Rêber Apo, ne tenê rêvebirên KCKê, ne tenê mirovên biaqil yên kurd, mirovên biaqil ên tirk û cîhanê jî desthilatdarî û rayedarên dewleta Enqereyê şiyar dikin. Dîsa jî, ew dev ji “aqilê xerabe” bernade, “atolyeyên afirandina mirovên hîlkat” ji holê ranakin. (2)

Felsefeya xerabî û nebaşiyê bûye bingeha jiyana wan. “Oldariya teqlîd”, “pûtperest” û “xulamperest” bûye karê wan. Lewma min behsa atolyeya “hîlkat”an kir. Hîlkat, însanên çêkirî, bi gotina sosyologê tirk Cemîl Marîç “qerebalixek horanto” ne. (3) Ev cîhanek tarî ye, rastî, di dibin siya qerebalixa nijadperest de difetise. Sed sal in, “aqilê xerabe” yê generalên dewşirme, xeta navbera jiyan û mirinê destnîşan dikin; ji aliyekî ve bayê tirsê yê qeşayî, ji aliyê din ve bayê faşîzmê agirê qijilanî dibizivînin. Ev jî buhrana ruhî û civakî diafirîne.  

Îro, cîhan ber bi aliyekî din ve diçe, bi taybetî li Rojhilata Navîn sîstema netewe-dewletan ber bi guhertinekê ve diçe. Netewe-dewletên ku ji bo koloniyên modern hatin avakirin, bersiva cîhana kapîtalîst nadin. Gelên di bin dîktatoriya netewe-dewletan de jî dengên xwe bilind dikin. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdî, îdeolojiya Rêber Apo, rewşeke nû derxistiye holê û zihniyeta hegemon parçe kiriye.

Hêzên hegemon, dîtin ku bi aqil û sîstema berê ya netewe-dewletên yekperest, nikarin serdestiya xwe bidomînin. Şerê navbera Îran, Amarîka û Îsraîl, şerê li Ukraynayê nîşaneya vê ye û rewşeke nû derxistiye holê.

Li hemberî hemû şiyariyên Rêber Apo, KCK û mirovên biaqil yên kurd û tirk, Tirkiyeyê di “mutlak butlan”ê de israr dike. Ev mutlaqiyet berhema “aqilê xerabe” û “atolyeyên afirandina mirovan hîlkat” e. Sed sal in ev rewş dewam dike. 

 “Mutlak butlan” ji sedema nebûna demokrasiya rasteqîn e. Dema kurd behsa vegera salên 1921ê dikin, îşaretê bi domokrasiya rasteqîn dikin. Mixabin dewleta Enqereyê, di enwantera sed salên borî de israr dike. Ev enwantera “aqilê xerabe“ bûye sedema ku Tirkiyeyê weke deweletek haydûd, çete bê naskirin. Îro jî pirgirêka Kibrisê, Deryaya Spî, Giravên Yewnanistanê, çeteyên li Suriyeyê, hewldanên Tirkiyeyê yên kolonyalîst li Afrîkayê derxistine pêşiya Enqereyê. Ev jî têne wateya, çalik, kemîn û dafikên li çar aliyên Tiriyeyê. Eger Tirkiyeyê bi “aqilê xerabe“ hereket bike û pirsgirêka kurdî çareser neke, ji esareta ruhî û parçebûnê rizgar nabe.

Kurd, bi tecrûbeya sed salî û têkoşîna mezin dizanin ku, çar mixatabên wan hene û dizanin ku çar paytextên dewletên li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin jî totalîter in. Gayretkêşiya wan jî ew felsefe ye ku îmaletxaneyên “mirovên hilkat” diafirîne. li Tirkiyeyê mirovên dewşirme, li Suriye, Iraq û Iranê çeteyên bi navên cuda ne, tev jî qerebalixên “horanto”îst in.

Ji bo vê jî, eger mixatabê kurdên Başûr, Baxda be; mixatabê kurdên Rojava Şam be; mixatabê kurdên Rojhilat Tehran be; mixtababê kurdên Bakur jî Enqere ye. Enqereyê, heta îro sîstema federal a başûrê Kurdistanê jî erê nekiriye. Lê mecbûr ma ku di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de kurdên Bakur qebûl bike û wî weke mixatab îfade bike. Ji bo vê rastiyê, eger hevdîtina kurdên sê parçeyan bi paytextên mixatab meşrû be û mafê wan be, ji bo kurdên Bakur jî ev meşruiyet û maf heye. Lewma kurdên Bakur, Tevgera Azadiya Kurdî û Rêber Apo dikarin bi mixatabên xwe yên Enqereyê re rûnin û hevdîtinan bikin. 

Rexnekirina vê rastiyê nabe. Eger bibe ne rast e. Dibe dengê wijdanekî nesahîh, dibe reva ji dîrokê, dibe dengê hafizeyek çêkirî û argoyek bi zimanê bazarê! Dibe nedîtina trajediyên dîrokî!

Paradîgmaya Rêber Apo ya komara demokratîk, civaka demokratîk, ji aliyê zanistên cîhanê ve weke rêya çareseriya pirsgirêkên netewe-dewletan û alternatîfa pirsgirêkên mirovaniyê tê qebûlkirin. Ev hişmendiya gelemperî, diyalektîka hişmendiya civakî ya kurdî ye. Lidijderketina vê rastiyê qirêjî û kirêtî ye!

Li Iraqê federalîzm kete pratîkê, lê ne civaka demokratîk û ne komara demokratîk hate avakirin. Ji bo vê jî divê, li Tirkiye, li Suriye û Iranê, di çarçoveya demokrasiya rasteqîn de federalîzm, yan jî revebiriyên herêmî, bi aîdiyetek qanûnî bikeve pratîkê. Bêguman wê ne hêsan be; ji ber ku mîmarên Sykes-Pîkotê Îngilîstan û Fransa, cendirmeyê cîhanê Amerîka, di modernîteya kapîtalîst de şaş mane. Ji aliyekî ve aqilê xerabe yê nazîst red dikin, rêbazên hiquqî yên Monstecsqiue dikin bingeha saziyên mafên mirovan, lê felsefeya siyasî ya Kant red dikin û ji berpirsyariya exlaqî direvin.

Ev tunekirina şecereya azadiyan û kuştina rûmeta hişmendiyê ye. Kurd, li pêşberî “mutlak buhtan”a sed salî ne. Ji bo vê jî, divê kurd, weke Hannah Arendt, enwantera “aqilê xerabe” yê turk-î tûran ya sedalî bibînin, deng û ahenga pirtûka ku bi têkoşîna nîvsedsalî hatiye nivîsandin bibihîsin. 

  1. Hannah Arendt, cihûyek e ku ji aliyê naziyan ve hatiye girtin û îşkencekirin. Komkujiya cihûyan weke ‘’mêjiyê xerabe“ û ‘’hişmendiya xerab“ bi nav dike û weke sûcekî mirovaniyê bi nav dike. Weke çavdêrek jî li dadgehkirina zabitên naziyan cih girtiye.. 

  2. Hîlkat, mirovên ebd-dewşîrme!..

  3. Horanto, qebîleyên başûrê Afrîkayê ye, kolonyalîstên Ewropayê, ji bo hemû qebîleyên Afrîkayê yên kiribûn kole bi kar dianîn.