British Museum; çîroka kê vedibêje?
British Museum bi salan e ku di nav nîqaşên kolonyalîzm û vegerandina berheman de cih digire. Lê şopandina van nîqaşan û rawestana li ber wan berheman du tiştên cuda ne. Ew bixwe tecrubeyeke kesayetî û hestiyarî bû ku jiyam

Ji bo Konferansa Xebatên Kurdî ya Zanîngeha LSEê, cara yekemîn bû ku diçûm Londrayê. Piştî sê rojên konferansê, derfet çêbû ku ez berê xwe bidim çend avahî û cihên dîrokî yên bajêr. Yek ji wan cihên girîng jî ‘British Museum’ bû. Min ew ji pirtûk, gotar û arşîvên dîjîtal nas dikirin. Lê ditîna vê avahiya qirase, tiştek din bû.
Dema çav bi Great Courtê ketim (hewşa mezin a bi qasî cihê yek-du sahayên futbolê) min fêm kir ku îro em hemû avahiyê nikarin bi temamî bigerin. Hezaran mirov li hindur bûn û rêza ketina hindur wek çemê Thamesê dirêj bû. Em jî ketin dorê û ji kontrolê derbas bûn. Dr. Marouf Cabi rêberiya me dikir û hindurê avahiyê jî têra xwe qelebalix bû.
Destpêkê ez matmayî bûm. Min ji çavên xwe bawer nekir ku ez çi dibînim. Hesteke mezin a heyranî ez dorpêç kirim. Berhemên ku ji gelek medeniyetan hatibûn berhevkirin (Asûrî, Sumerî, Urartûyî û yên din) li cehekî bi hev re bûn. Ev avahî ne bi tenê cihê berhemên kevnar bû; ew di heman demê de weke arşîveke mezin a bîranîn û dîroka civak û neteweyên cuda bû, heykelên kevirîn, deriyên darîn, xişr û mişrên zêrîn…
Ev berhem bi tenê kevir, dar an hesin nebûn. Wan çîrokên welatan, baweriyan, êşan û xeyalên mirovan di nav xwe de vedişartin. Lê her ku ez zêdetir nêz dibûm, heyranî cihê xwe da hesteke din: pirs û nerazîbûn! Di serê min de pirsek her gav dubare dibû: Ev berhem çima li vir in?
Dizanim ev pirs ne nû bû. British Museum bi salan e ku di nav nîqaşên kolonyalîzm û vegerandina berheman de cih digire. Lê şopandina van nîqaşan û rawestana li ber wan berheman du tiştên cuda ne. Ew bi xwe tecrubeyeke kesayetî û hestiyarî bû ku jiyam.
Gelo dema ku mîrasek ji civaka ku ew afirandiye tê dûrxistin, çi wate jê dimîne? Dibe ku ew bi awayekî baş were parastin, lê gelo wateya wê jî jê nayê dûrxistin? Ev berhem çima hê jî li vir bûn?
Çîroka kê tê gotin? Kî vê çîrokê vedibêje? Xwediyên esil ên vê çîrokê li ku ne?
Muze bi tenê rabirdûyê nîşan nadin. Ew di heman demê de me mecbûr dikin ku em li ser îroyê jî bifikirin û bipirisin. Bi taybetî British Muesemê me dida ber fikran, çîroka kê tê gotin? Kî vê çîrokê vedibêje? Xwediyên esil ên vê çîrokê li ku ne?
Di nav galeriyên muzeyê de ez bi wan pirsan digeriyam. Muze li gor medeniyet, erdnîgarî û serdeman hatiye dabeşkirin. Lê bi awayekî balkêş, ti beşeke bi navê ‘kurdan’ jî pêşandana rasterast a jiyana kurdan tune ye. Ev rewş, bi taybetî dema ku ez di beşa Mezopotamyayê de digeriyam, hesteke tevlihev bi min da hîskirin.
Her berhem, wek dengekî ji dûr ve hatî (di dilê min de dipeyivî) lê ev gotin ne bi dengê bilind bûn; bi bêdengiyeke giran û hestiyar bûn. Di nav wê bêdengiyê de, min dengên jiyana ku bi hezaran salan in di nav wan de hatiye tunekirin, dibîhistin.
Dema ez derketim derve, ronahiyeke nû li min peyda bû. Ez ne bi tenê bi çend wêneyan vegeriyam. Ez bi pirsan, bi hestên giran û bi ronahiyeke nenas jî ji wir derketim.


