Tirkiye bi ÎHA û SÎHAyan piştgiriya HTŞê kir
Balafirên bêmirov û bi çek ÎHA û SÎHA yên ku ji Tirkiye rabûn, gundên Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê yên Kobanê bombe kirin û piştgirî dan HTŞê.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) têkildarî êrîşên bi SÎHA û ÎHA yên Tirkiyeyê nûçeyek derbas kir. Li gorî nûçeya ANHAyê ku çavkaniya xwe ji HSDê digire, komên hikumeta demkî yên Şamê û Tirkiyeyê li gundê Çelebiyê yê Kobanê ku xwestin pêş de werin, derbên giran xwarine. Şervanên YPJ, YPG û HSDê kom li Çelebiyê tengav kirin û derbên giran li wan dan. HSDê da zanîn ku komên paramîlîter ji dewleta tirk piştgiriya balafirên ÎHA û SÎHA xwestin.
Çavkaniyan da zanîn ku balafirên ÎHA û SÎHAyên Tirkiyeyê Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê bombebaran dikin.
Li eniya gundê Korkê yê Kobanê jî çeteyan êriş kir, xwest derbas bibin, lê şervanên YPJ û HSDê bersiv da wan û hewldana wan têk birin.
Êriş û bombebaran dewam dikin.


