Trump dixwaze bi Mucteba Hamaney re hevdîtinê bike

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî êrişên bi mehan ên li ser Îranê, diyar kir ku li qadê pêdivî bi leşkerên Amerîkayê nîn e.

1 deqe xwendin
Trump dixwaze bi Mucteba Hamaney re hevdîtinê bike

Trump ji New York Post re axivî û got: “Niha pêdivî bi yekîneyên bejahî nîne. Me bi bombebaranan beşeke mezin a kapasîteya leşkerî ya Îranê bêbandor kir. Me leşker neşandin qadê.”

Trump diyar kir ku ew dixwaze bi lîderê olî yê Îranê Mucteba Hamaney re hevdîtinê bike. Trump ragihand ku ew ji ber êrişên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu yên li ser Lubnanê, nerehet e.

Trump behsa axaftina bi telefonê ya bi Netanyahu re kir û got: “Ez bi hêrs nebûm, lê ez nerehet bûm ku timî li dijî Lubnanê şer dike.”

Trump îdîa kir ku ji bo Îran çeka nukleer bi dest nexe, şer da destpêkirin û ev tişt got: “Me wê destûr nedaba ku Îran bibe xwedî çeka nukleer. Ev yekser Îsraîlê eleqeder dike, ji ber ku yek ji hedefên ewilî wê Îsraîl bûya. Eger min ev şer nedabûya destpêkirin, îro tiştek bi navê Îsraîlê nedima.”