Trump: DYA û Îran di van du rojan de hevdîtinên baş kir
Serokê DYAyê Donald Trump, ragihand ku êrişên li dijî tesîsên enerjiyê yên Îranê ji bo 5 rojan hatine taloqkirin.

Serokê DYAyê Donald Trump, ji bo vekirina Tengava Hurmuzê 48 saet dem dabû rejîma Îranê. Trump, diyar kiribû ku heke tengav neyê vekirin dê li tesîsên enerjiyê yên Îranê were xistin. Trump, niha daxuyaniyeke nû da û got ku êrişên li dijî tesîsên enerjiyê ji bo 5 rojan hatine taloqkirin.
Trump, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got: “DYA û Îran, ji bo pevçûnên li Rojhilata Navîn bi temamî bên bidawîkirin, di van du rojan de hevdîtinên baş kir. Hevdîtin vê hefteyê didomin û bi şertê ku pêşketin çêbibin, êrişên li dijî binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan hatine taloqkirin. Spas dikim.”
Çapemeniya Îranê derewand
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê, daxuyaniya Trump derewand û got: “Tu hevdîtinên yekser an jî neyekser bi Trump re nayên kirin. Trump, piştî bihîstî ku dê hemû santralên enerjiyê yen li Asyaya Rojava hedef bên girtin, paşve gav avêt.”


