Tuncer Bakirhan: Bi saya Ocalan mafên kurdan hatin qebûlkirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncar Bakirhan diyar kir ku peymanek bi keda Ocalan di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatiye û şerê ku dihat xwestin di navbera kurd û ereban de bê kûrkirin, sekiniye.

1 deqe xwendin
Tuncer Bakirhan: Bi saya Ocalan mafên kurdan hatin qebûlkirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya hefteyî de axivî. Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de operasyona siyasî ya li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) pêk hatî bi bîr xist û bi awayek tund şermezar kir. Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku hevserokê Giştî yê ESPê û parlementerê berê yê DEM Partiyê Mûrat Çepnî hatiye binçavkirin û wiha got: “Çima kesên siyasetê dikin, rojnameger di bin çavan de ne? Divê kesên hatin binçavkirin demildest serbest bên berdan.”

Tuncer Bakirhan li ser pêşketinên li Sûriyeyê pêş dikevin jî sekinî û ev tişt gotin: “Cardin gotinên, ‘kurd çi dixwazin’ tên kirin. Îtîraza kurdan li dijî sepandina bêstatû û polîtîkayên înkarê yên 100 salan e. Gelê kurd li welatên lê dijîn heta niha bi gelên din re têkoşiyan û bi bedelên giran dengeyê li gorî faydeyê wan welatan guherandin. Lê ji hêla heman dewletan ve her tim mîna dijmin hatin dîtin. Kurd di navbera salên 1919 û 1922yan de di şerê rizgariyê de hêza sazûmankar a sereke bû. Lê di sala 1923yan de wekî hêmanek derveyî hiqûqê hatin pênasekirin û li derveyî hiqûqê hatin hiştin. Di sala 1937an de dewletên bi hev re di nav nakokiyê de bi Paqta Sadabatê, di sala 1955an de bi Paqta Bexdayê li dijî kurdan bûn yek.”

Tuncer Bakirhan peymana di 10ê çileyê 2026an de li Parîsê pêk hat bi bîr xist û wiha domand: “Ev xeleta dawî ya vê rastiya dîrokî bû. Lê ligel hemû înkarê jî hişmendiya nedeweyî ya gelê kurd her tim mezin bû. Kurdan ji vê ziviroka durû re got na û rabûn ser piyan. Gelê kurd li qadan jiyana xwe datîne holê lê li ser maseyê tune tê hesibandin. Rabûn gelê kurd îtîraza li dijî vê yekê bû. Kurd li welatê lê dijîn, naxwazin bibin qurbanên komployan, dixwazin bibin welatiyên wekhev. Kîjan gel bibe bila bile, dema mafên gelekê ji nedîtî ve hatin dîtin, rêya şerek demdirêj tê vekirin. Neçare ku mafên gelê kurd û hemû gelên bindest bên qebûlkirin.”

‘Divê hişmendiya neteweyî vegere îradeya siyasî’

Li ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin jî ve tişt gotin: “Em ê lê binêrin ka dê çewa bikeve pratîkê. Wekî daxwaza her du aliyan jî nebû lê peymanek her du alî jî fayde jê digirin e. Di serî de gelê kurd em spasiya hemû derdorên alîkariya pêk hatina vê peymanê kirî, dikin. Pêkhatina agirbesta mayînde û kêmbûna zordariyan destkeftiya herî mezin e. Di serî de Serê Kaniyê û Efrîn divê kurd demildest vegerin ser axa xwe. Rojava reşika çavên kurdan e. Gelê kurd ruhê yekîtiya neteweyî derxistiye astek ku tu carî ne gihiştiyê. Peywirek mezin dikeve ser milê siyasetmedaran ku vê hişmendiyê vegerînin îradeyek siyasî. Dem dema ku li dijî sepandina koletiya 100 salan serxistina têkoşîna azadiyê ya 100 salan e.”

‘Ocalan destûr neda şerê kurd û ereb kûr bibe’

Di berdewama axaftina xwe de Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku hatiye xwestin şerek navxweyî di navbera gelên ereb û kurd de bê derxistin û wiha pêde çû: “Ku îro di navbera kurd û ereban de şerek tune be, ev yek di saya serê Birêz Ocalan de ye. Ku îro mafên gelê kurd hatibin qebûlkirin ev di saya serê Ocalan de ye. Ji ber helwesta nîşan dayî û keda xerckirî em spasiya Ocalan dikin. Îro tişta ji me re mayî xwedî derketina perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan danî holê ye.”

Tuncer Bakirhan bang li îktîdara tirk jî kir û xwest ku Enqere êdî dest ji Sûriyeyê berde û enerjiya xwe ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê xerc bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êdî gavên pêbawer bên avêtin. Tirkiye enerjiya xwe ji bo Şamê xerc dike lê divê êdî ji bo pirsgirêkên Enqereyê xerc bike. Divê Enqere bibe navenda çareseriyê. Çareseriya li Enqereyê dê bandorek girîng bike. Divê êdî metirsiyên ewlehiyê yên têkildarî Sûriyeyê li aliyekê bên hiştin. Divê gavên şênber û pêbawer bên avêtin. Êdî hincetên tu kesê neman. Pêwist e gavên mafên kurdan didinê û demokrasiyê pêş dixe bên avêtin. Berî me Birêz Bahçelî li vir axivî. Behsa mafê hêviyê kir, pêkanîna qayim kir. Em jî diwazin Tirkiye ji vê şermê xilas bibe. Divê îktîdar êdî di vî alî de gav bavêje. Gavên Bahçelî behs dike, bavêje. Ev pêvajo divê bi îradeya Meclisê û bi gavên wêrek bê pêşxistin. Nasîna nasname, ziman û çandê, bi hêzkirina demokrasiya herêmî tekane rêye ku gel xwe bi ewle hîs bike ye.

‘Daraz jî bi awayekê destûr dide vê nijadperestiyê’ 

Li ser êrişên li dijî gelê kurd Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku ev êriş dibin sedema veqetiyanek hestewarî û ev tişt gotin: “Îro ji her rojê zêdetir şikestinek hestewarî heye. Li hemberî derdorên êrişî kurdan dikin tiştek nayê kirin. Herkes dikare li gorî dilê xwe li dijî kurdan nijadperestiyê bike. Li Tirkiyeyê hem nijadperestiyek nepenî hem jî aşkera tê kirin. Bi sed hezarên ji bo Rojava meşiyayîn ji hêla rojnameyekê ve wekî terorîst hatin pênasekirin. Hemşîreyek bi boneya pora xwe honand ji kar hat derxistin û binçavkirin. Lê li hemberî van yek tişt nehat kirin. Bêguman ev yek dibe sedema veqetiyana hestewarî. Daraz jî bi awayekê destûr dide vê nijadperestiyê. Hem behsa xweşk û biratiya gelan dikin û hem jî nijadaperestiyê dimeşînin. Ev paradoksek Enqereyê ye. Çareserkirina vê paradoksê jî karê îktîdarê ye.”