UNICEF: Li Lubnanê di êrişan de herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên UNICEFê, di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dan. Krîza mirovî ya li welêt kûr dibe.

1 deqe xwendin
UNICEF: Li Lubnanê di êrişan de herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa Îsraîlê ya roja Çarşemê de ku li herêmên cuda yên Lubnanê kir, herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 153 zarok jî birîndar bûn. UNICEFê ragihand ku êrişan bandoreke giran û hilweşîner li zarokan kirine.

Li gorî daxuyaniyê, ji 2ê Adarê û vir ve li welêt zêdeyî 600 zarokan jiyana xwe ji dest dan, yan jî birîndar bûn. Her wiha zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn, ku tê gotin 390 hezar ji wan zarok bûn.

UNICEFê bal kişand ser hiqûqa mirovî ya navneteweyî û destnîşan kir ku sivîl, bi taybetî zarok di vê di nava her şert û mercî de bêne parastin.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, di êrişên roja Çarşemê de bi giştî 303 kesî jiyana xwe jid est dan.