Vîrusdewlet û korona

Di vê nivîsê de em ê li ser du cureyên vîrusê bisekinin. A ewilî, îro li seranserê cîhanê belav bûye ku bi navê xwe yê tê nasîn coronavirus e, lê em ê jê re bêjin vîruskorona.

1 deqe xwendin
Vîrusdewlet û korona

Di vê nivîsê de em ê li ser du cureyên vîrusê bisekinin. A ewilî, îro li seranserê cîhanê belav bûye ku bi navê xwe yê tê nasîn coronavirus e, lê em ê jê re bêjin vîruskorona. Ya duyemîn jî li seranserê Kurdistanê belav bûye ku bi navê xwe yê tê nasîn dewlet e, lê em ê jê re bêjin vîrusdewlet. Her du cureyên vîrusê ji kuştina mirovan hez dikin ango her du jî ji bo mirovan bikujin li van deran belav bûne. Piştî belavbûna van her du vîrusan xwe-parastin kete rojeva mirovan û mirov ji bo xwe ji van her du vîrusan biparêzin berxwedaneke mezin dan û didin jî.

Vîruskorona li bajarekî Çînê derket û îro seranserê cîhanê belav bûye. Vîruskoronayê pergala kapîtalîst serobino kir û jiyana vê pergalê daye rawestandin. Pergala kapîtalîst a vê sedsalê ku xwîna mirovahiyê dimêht niha vîruskoronayê jiyan lê teng kiriye. Nîşaneyên pergala kapîtalîst bi hatina vîruskoronayê re rawestiyan. Buhayê petrolê ket, turîzm rawestiya, balafir weke berê nafirin, maxazayên mezin ên danûstandinê derabên xwe anînxwarê, borseyên dewletan serobino bûn, febrîqeyan karên xwe rawestandin, çûnûhatina mirovan sekinî û elimandinên mirovan guherîn. Werhasil aborî û jiyana pergala kapîtalîst tengijiye. Tevî van hemû tiştan jî zanyariyên vê pergalê têra pêşîlêgirtina vîruskoronayê nakin. Ji ber vê yekê jî dewletên vê pergalê seranserê welatên xwe derketina derve qedexe dikin. Ev pergala ku bi çekên xwe yên nûkleerî û zanyariyên xwe pesin dida îro xwe li ber vîruskoronayekê nagire. Di sedsala 21'an de behsa destşûştina mirovan dike, berê mirovan didin malan û dibêje ji malên xwe dernekevin. Êdî cîhan ji ber vîruskoronayê bûye girtîgeheke mezin. Vîruskoronayê tirseke mezin kiriye nav dilê pergala kapîtalîst û bi vê ve girêdayî kiriye nav mirovahiyê jî. Vîruskorana belayek e ku ti ferqê nake nav mirovan û kî bike ber xwe nav guhan dide. Mirovên feqîr, dewlemend, navdar, qral, papaz û mela kî bikeve ber bi wan vedide. Tişta xuya dike, ev ê heta demekê bi vî awayî bidome. A ku pêşengên pergala kapîtalîst dit