Wanî ji bo Baran Ebdî meşiyan
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî kuştina ciwanê ji Kobanê Baran Ebdî ku li Tarsusê di encama êrişeke nijadperest de jiyana xwe ji dest dabû, meşek li dar xist û daxuyaniyek da.

Platfomra Saziyên Demokratîk a Wanê, ji bo ciwanê ji Kobanê Baran Ebdî ku duh li navçeya Tarsusa Mêrsînê ji aliyê kesekî MHPî ve hatibû kuştin, meşek li dar xist û daxuyanî da. Girse ji avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Artemêtan heta Kolana Hunerê meşiyan û di meşê de “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek gelê kurd yek e” û “Wê Rojava ji DAIŞê re bibe goristan” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Zulkuf Ûçar, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.
‘Em ê hertim li gel xwîşk û birayên xwe bin’
Hevşaredar Abdullah Zeydan piştî meşê li Kolana Hunerê axivî û diyar kir ku gelê Rojava ev 13 sal in li hember erişên çeteyên DAIŞê yên wehşî ku serê mirovan jê dikin, mirovan di şewitinin û êrişî nirxên mirovahiyê dikin, berxwedaneke pîroz didin. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku ev çete careke din dest bi êrişan kirine û got: “Gelê Rojava ji bo me xeta sore û armanca we ya kuştina gelê Rojava, jin û zarokan vala ye û em tu carî nahêlin hûn gelê me qirbikin. Dê gelê kurd li cem xwîşk û birayên xwe yên li Rojava bisekine. Gelê Rojava tu caran zordestî, zilm û neheqiyê li tu kesî nekir. Tu kes nekuşt, tu caran zorî li tirkmen, ereb, durzî hwd. lê nekirine. Em kurd in û Xwedê em kurd dane vê cihanê, heqê me heye ku em li ser axa xwe azad bijîn. Ji ber vê yekê em her tim li gel xwîşk û birayên xwe yên li Rojava ne.”
‘Ev komplo ye’
Abdullah Zeydan diyar kir ku heke dewlet di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de samîmî be, divê dest ji wan êrişên li ser Kurdan berde. Abdullah Zeydan anî ziman ku divê ev mertalên polîsan ên li pêşiya kurdan bên rakirin û wiha pê de çû: “Heke em bira bin, divê hûn jî bêjin ‘em bi hev re destkeftiyên gelê kurd biparêzin.’ Lê mixabin em dibînin ku weke nêzikatiyeke provokator îro piştewaniya van çeteyên wehş tê kirin. Dûh 5 zarokên kurdan ji ber sermayê û ji ber birçiyatiyê jiyana xwe ji dest dan. Duh li Reqayê di malbateke kurd de 6 kes hatin kuştin. Vê sibê jî zarokek 13 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Herwiha xortekî ciwan yê ji Kobanê Baran Ebdî ku li Mersinê jiyan dikir, di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Ev êrişa li ser Baran Abdî pêk hatî kompoleyeke aşkera bû. Daxuyaniya Walî jî nîşan dide ku dixwazin vê êrişê bipêçin û veşêrin. Divê dewletên desthilatdar demildest ji van komplo û lîstikên xwe yên qirêj ên li ser Rojava berdin. Em ê her tim li cem gelê xwe yê Rojava bin û em ti caran wan bi tenê nahêlin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.


