Wê li Wanê ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

Şaredariya Tûşbayê û KURDÎWARê, bi daxuyaniyekê bernameya ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ ku dê di navbera 18 û 21ê Hezîranê de bê lidarxistin, ragihandin. Wê bername ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî li ber şaredariyê Tuşbayê bê lidarxistin.

1 deqe xwendin
Wê li Wanê ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

Şaredariya navçeya Tûşbayê ya Wanê û Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) derheqê bernameya ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ de li avahiya Şaredariya Tuşbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ hatibû daliqandin. Parlamenterên DEM Partiyê, partiyên siyasî, wêjekar, nivîskar û endamên meclîsa şaredariyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê KURDÎWAR Faysal Yacan re hat xwendin.

Faysal Yacan diyar kir ku ew îro ji bo mizgîniya projeyeke pir biwate civiyane û wiha got: “Ev projeyeke wisa ye ku dê can bide bîra çandî, rehên hunerî û beriya her tiştî zimanê dayikê. Di felsefeya me ya rêveberiya xwecihî de, karê şaredariyê ne tenê çêkirina rê û avahiyan e, armanca me ya sereke parastina ruh, çand û zimanê vî bajarî û gihandina wê ya nifşên pêşerojê ye. Bi vê berpirsyariyê, em radigihînin ku di navbera 18 û 21ê hezîranê de, em ê çalakiyeke mezin ku demeke dirêj e valahiya wê li bajarê me dihat hîskirin, anku ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Şaredariya Tûşbayê’ li dar bixin.”

‘Ziman bîra civakê ye, edebiyat jî pêşeroja wê ye’

Faysal Yacan di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û ev tişt anî ziman: “Em dizanin her pirtûk cîhanek e û her ziman jî deriyê ku ber bi wê cîhanê ve vedibe ye. Yek ji armancên me yên herî girîng û stratejîk di van Rojên Wêje û Pirtûkan de ku em ê îsal cara yekem çêkin; derxistina pêş a zimanê me yê dayikê, Kurdî ye. Em dixwazin Kurdî di qada giştî û çanda nivîskî de bigihêje cihê ku heq dike. Em qîmetê didin wan kedên mezin ku bi salan e di qada çandê de tên dayîn. Ji ber vê yekê, di vê çalakiyê de em piranî mêvandariya weşanxaneyên Kurdî dikin. Em dixwazin dewlemendî, reng, helbest û çîrokên zimanê xwe li ser vê axê bi dengekî bilindtir biqîrin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.