Wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin

Di navbera HSD û hikûmeta Şamê de wê hefte pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin.

1 deqe xwendin
Wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Hêzên Asayîşê ya Parêzgeha Hesekê parve kiriye, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi amadebûna endamê Fermandariya Giştî ya Asayîşê Mehmûd Xelîl, bi nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayîş re hevdîtin pêk anî. 

Hate diyarkirin ku civîn îro li bajarê Hesekê pêk hat û di civînê de mekanîzmaya vegera ewle ya koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên xwe û dabînkirina mercên ewle yên vegerê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat destnîşankirin: “Gavên entegrekirina saziyên xizmetguzarî û perwerdeyê ji bo yekkirina hewldanên pêşxistina ewlehî û aramiyê û başkirina asta xizmetan ji welatiyan re, hatin nîqaşkirin.”

Li gorî malperê, di hevdîtinê de temamkirina pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan hat nîqaşkirin. Hat gotin, lihevkirin çêbû ku girtîgeh werin valakirin û di çarçoveyeke birêxistinkirî û ewle de dê komeke nû ya dîlgirtiyan di vê hefteyê de werin berdan.

Di dawiyê de hat gotin, ev civîn wek gaveke ji bo xurtkirina lihevhatinên meydanî û bicihanîna wan ku bikevin xizmeta giştî û ewlehiyeke daîmî li herêmê mîsoger bibe.