Wêjekar Selîm Temo ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê

Wêjekar û akademîsyen Selîm Temo, duh serê sibehê rakirin nexweşxaneyê. Selîm Temo yê ku li Zanîngeha Teknîkî ya Dortmundê dixebite di sibeha 19ê Sibatê de krîza dil derbas kiriye û li bajarê Leverkusena Almanyayê rakirine nexweşxaneyê.

1 deqe xwendin
Wêjekar Selîm Temo ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê

Nivîskar û akademîsyenê kurd Selîm Temo ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên me ji doktorên servîsa Kardiyolojiyê yên Nexweşxaneya Leverkusenê wergirtiye, Temo bi gazina krîza dil hatiye nexweşxaneyê. Di destpêkê de midaxaleya acîl hatiye kirin û sê stend lê dane. Temo xetereya jiyanî derbas kiriye û niha di bin kontrolê de ye. Dibe ku demekê li nexweşxaneyê bimîne û mudaxaleyên nû jî çêbibin. Lê rewşa wî bi giştî çêtir e û her diçe baştir dibe.

Temo yê ku bi pirtûkên xwe yên wêjeyî û akademîk tê naskirin şeş sal in li Ewropayê dijî.

Selîm Temo di 2yê sibata 2019an de jî li Amedê krîza dil lê dabû û piştî tedawiyek dûrûdirêj rewşa wî baştir bûbû.