Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!

Di sala 2016’an de min der barê serboriya transkrîpsiyona berhemên kurdên Sovyetê de gotarek şandibû kovara Wêje û Rexneyê.

1 deqe xwendin
Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!

Di sala 2016’an de min der barê serboriya transkrîpsiyona berhemên kurdên Sovyetê de gotarek şandibû kovara Wêje û Rexneyê. Rêvebiriya kovarê biryara weşandinê ji min re ragihand lê di pişperdeya wê de çi qewimî, hesabên çawa hebûn nizanim, nehate weşandin. Pê re jî deng û sewta wê derneket, îro jî kovar nayê weşandin.

Kanaleke kurdî ya li ser youtubeyê bi zindî weşanê dike, bi pêşkêşiya Têmûrê Xelîl mijara li jor jî tê de bi rêvebirê weşanên Lîsê Lal Laleş re hevpeyvînek kiriye. Vê hevpeyvînê anî bîra min û li min ferz kir ku careke din dest bavêjim heman mijarê.
Kurdên Sovyetê bi sedan berhemên hêja bi alfabeya krîlî berhilandine. Di bin van berheman de îmzeya navên gelek nivîskar, akademîsyen û wêjenasên bi nav û deng weke Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ferîkê Ûsiv, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl û hwd hene.

Gelek weşanxaneyên bakurê Kurdistanê ji bo tevî literatûra kurdî ya giştî bikin ev berhem latînîze kirine û gihandine ber destên me. Lê hinek weşanxaneyên weke Lîs û Perî mudaxeleyî berheman kirine, awayê neresen li wan ferz kirine û ew guherandine.

Edîtorê weşanxaneya Lîsê Kawa Nemir di pêşgotina Hewariyê de wiha dibêje, “Çapbûna Hewariyê bi boneya 100 saliya jidayikbûna Heciyê Cindî dê me kurdan hebekî din nêzîkî hev bike, em bêtir dibînin bê di kelepûra me de çi heye çi tune. Û ji bo ku ev rastî bikaribe pêk bê, me di edîsyona vê berhemê de gelekî bala xwe kurdiya ku ji binî ve bi devoka Serhedê û Kurdên Qafqasan bû. Me, bêyî ku taybetiyên hevoksaziya wê xera bikin, kurdiya romanê, heya ku ji me hat, ber bi kurdiya hemû kurdan anî, ku wekî pêvajoyo xweyekgirtîkirinê her li peydabûnê ye.” Bibînin ku ev nêrîn seranser bi problem in.

Di pêşgotina Şer Li Çîya-Şêx Zayîr ya Eliyê Evdirehman de Hêjarê Şamîl û Ehmed Onal mudaxeleya xwe wiha tînin zimên, “Dema ku me ev berhem ji krîlî wergerand alfabeya latînî orîjînalîteya wê parast. Lê