Welatiyek li nêzî herêma leşkerî kuştî hat dîtin

Li gundê Elbêsê yê navçeya Elbaka Wanê, li ser sînorê Îranê, welatiyê bi navê Fehim Tosun li nêzî herêma leşkerî, hate kuştin.

1 deqe xwendin
Welatiyek li nêzî herêma leşkerî kuştî hat dîtin

Li gundê Elbêsê yê navçeya Elbaka Wanê, li ser sînorê Îranê, welatiyê bi navê Fehim Tosun li nêzî herêma leşkerî, kuştî hat dîtin. Şahidên bûyerê diyar dikin ku li herêmê dengê çekan hatiye û piştî demekê leşkeran agahiya mirina wî daye malbatê.

Rayedarên leşkerî ji malbatê re gotine ku Tosun di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest daye. Lê şahid dijberî vê yekê got ku Fehîm Tosun ji serê xwe hatiye gulebarankirin, piştî dîtina cenaze, gundî ji herêmê hatine dûrxistin û niha ketina herêmê qedexe ye.

Tê payîn ku cenazeyê Tosun ji bo otopsiyê bînin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê.