Welatiyên Giyadînê avakirina GESê şermezar kirin
Welatiyên Gundê Bazirganê yê navçeya Giyadînê, avakirina projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) şermezar kirin û xestin proje bê rawestandin.

Li gundê Bazirganê yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê, gelek welatî li dijî dagirkirina mêrg û zeviyên xwe yên ku çavkaniya debara wane, kom bûn û daxuyaniyek dan. Welatiyan destnîşan kir ku avakirina projeya GESê li ser qadên çandiniyê û zozanan ne hiqûqê ye.
Welatî Bariş Tokmak anî ziman ku proje bêyî agahî û riza gundiyan hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Em wek şêniyên gundê Bazirganê li vir kom bûne. Ev der mêrga gundê me ya hevpar e û em bi salan e bi xwedîkirina sewalan debara xwe li vir dikin. Lê, bêyî ku agahî bidin gundiyan û bêyî riza me, panelên rojê li vir hatine danîn. Mêrg di bin parastina Qanûna Mêrgan de ne û nabe ji derveyî armanca xwe bên bikaranîn. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku eger bêhiqûqiyek hebe, divê tavilê bê rawestandin û mafê gundiyan bê parastin.”
Welatiyê bi navê Mehmet Salih Altindag jî diyar kir ku ev proje bi piştgiriya hinek siyasetmedarên xwecîhî tê birêvebirin û got: “Em qebûl nakin ku mêrga gundê me ji aliyê GESê ve bê dagirkirin. Bi piştgiriya hinek siyasetmedaran, zeviyên me yên ku genim û ceh tê de hatine çandin, hatine dagirkirin. Ger ev tesîs ji bo berjewendiya cemaweriyê be, ma keda me, çandinî û sewalkariya me ne berjewendiya giştî ye?”
Welatiyan bang li Wezareta Çandinî û Daristanê û Meclisa Giştî ya Bajêr kirin ku hilberîneran bi tenê nehêlin û gotin: “Em dixwazin Meclisa Giştî ya Bajêr li gel gundiyên mexdur bisekine.”


