Werger çi ye?
Piştî ku romana Sûc û Ceza ya Dostoyevskî hat wergerandin, kovara Popkurdê meseleya wergara wergerê/ wergera ji zimanê duyem koland û ji wergêran pirsî.

Piştî ku romana Sûc û Ceza ya Dostoyevskî hat wergerandin, kovara Popkurdê meseleya wergara wergerê/ wergera ji zimanê duyem koland û ji wergêran pirsî. Tiştê min jê baş fêm kir ev e: Heta derfet hebin, berhem divê ji zimanê esasî bên wergerandin.
Jixwe ji ber ku heta îro derfet tunebûne, ev berhem piştî sed û pêncî salan ji zimanê duyem hatiye wergerandin. Hewce nake mirov vê yekê bêje. Ya min jê fêm nekir jî ev e: Çawa wergereke ji zimanê duyem, esas ji tirkî ‘zirarê dide zimên’, ev ne zelal e.
Di nav van nîqaşan de ez li bersiva vê pirs geriyam: Gelo wî zilamî pirtûk çawa wergerandiye? Li gorî min bersivandina vê pirsê gelek zehmet e lê beriya nîqaşê bersivandina vê pirsê jî lazimtir e. Çimkî di derheqê wergera ku nîqaş li ser hatiye kirin de, ti tişt nehatiye gotin. Mirov bizanibe wergera Sûc û Ceza ya Dostoyevskî baş e yan xirab e, wê çaxê nîqaş dê watedar bibin.
Tim Parksê ku li ser nirxandina wergerê baş fikiriye, di hevpeyvînekê dewiha dibêje: "Ez dibêjim qey gere mirov pêşî vê pirsê bike: Em wergerê dinirxînin an pirtûkê?"
Piştre jî wisa lê zêde dike, “Ger haya we ji metna esasî tune be, hûn di derheqê başî û xerabiya wergerê de ti tiştî nebêjin çêtir e."
Li gorî wî gava haya me ji metna esasî tune be û em wisa dibêjin, em ji rastiya xwe û rastiya wergerê dûr dikevin. Ji ber ku haya me ji metna esasî tune ye, dema em di derheqê wergerê de tiştek dibêjim, baş e yan xirab e, hinek ji ber xwe ve dibêjin. Çimkî metna ku em wergera wê bidin ber wê, ne li holê ye. Wek ku me di jiyana xwe de heta îro mişmiş nexwaribin û em rabin tama wan bidin ber tama mişmişên berê, ev nirxandin jî wisa li hewa dimîne. Nivîskarê amerîkî Edith Grossman jî wiha dibêje: “Dema em li gorî xwe wergerê dinirxînin bi rastî em zimanê wergêrî dinirxînin.” Yanî tê vê wateyê: Ka em binêrin ev wergêrê me bi kurdî dizane yan na.
Di vê navberê de pirseke din jî tê bîra min: Gelo wergereke baş (tekûz) pêkan e?
Li gorî minne pêkan e. Wergêr, herî zêde dikare bi wergera xwe nêzî metna esasî bibe lê nikare wê herî baş wergerîne.
Niha di destê min de, du jê tirkî, yek jî kurdî, sê wergerên Mirovên Reben a Dostoyevskî hene. Her sê jî ji hev cuda ne. Ji ber van her sê wergeran, ez dikarim bi dilekî rehet bêjim, metna esasî, ji van her sêyan jî cuda ye. Ger her sê ji hev cuda nebûna, yan dê wê çaxê di wergerê de întîhal çêbûya yan jî werger dê motamot bûya.
Albert Camus dibêje: “… wergereke motamot tune ye.”
Ger wergereke motamot tune be, werger çi ye û çawa ye?
Nivîskarê tirk Ehmed Cemal, ji bo wergera metna edebî dibêje, “Pevbestina ku wergerî di mêjiyê xwe de
çêkiriye.”
Thomas Bernhard lê zêde dike û dibêje, "Pirtûk nayên wergerandin, ji nû ve tên nivîsandin." Yanî, metna em jê re dibêjin werger, ne werger e, şîroveya wê ye. Rasterast dibêje, pirtûkên ji ber metnên min hatine wergerandin, ne yên min in, yên wergeran e. Nivîskar û rexnegir Edith Grossman di derheqê vê mija


