Xalid Omer: Hevdîtinên li Munihê derfetên zêrîn dan şandeya me

Parêzer Xalid Omer li ser hevdîtinên şandeya ku ji General Mazlum Ebdî û Dîplomat Îlham Ehmet pêk tê nirxand û got: “Serokê Fransa wekî sozekê da ku bibe garantor. Vexwendina şandeyê ya konferansa Munihê gelek girîng e.”

1 deqe xwendin
Xalid Omer: Hevdîtinên li Munihê derfetên zêrîn dan şandeya me

Di 29ê Çile de di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî de peyman hat îmzekirin Piştre Şandeya ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed  çûn Ewropa. Mazlum Ebdî û Îlham Ehmet tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bûn. Di konferansê de bi gelek nûnerên dewletan re hevdîtin kirin. Têkildarî peymanê û hevdîtinên di konferansa Munihê de Parêzer Xalid Omer nirxandin kir. 

Parêzer Xalid Omer bal kişand ser peymana 29ê çile û wiha got: “Peymana 29ê çile li ser esasê peymana 18ê çile hat îmzekirin. Di peymana 18ê çile de General Mazlum Ebdî çû Şamê. Lê Şamê xwe neda ber peymanê. Xwe da alî. General Mazlum Ebdî li Şamê got ‘Eger helwest ev be, ezê vegerim û em ê li ber xwe bidin.’ Piştî vegera Kurdistanê, gel li ber xwe da û bertekên zêde çêbûn. Piştî berxwedana gel, helwesta dewletan û Şamê hat guhertin. Di peymana 18ê çile de hin guherin çêkirin û ji nûve peymana 29ê Çile îmze kirin. Bi navê peymana 29ê Çile hin guhertinên nû çêkirin.” 

‘Xwestin şerê kurd û ereban pêş bixin’

Xalid Omer da zanîn ku ev peymana 29ê çile pir erênî ye û wiha got: “Beriya peymanê dihat xwestin şerê qirkirinê di nava gelê kurd û ereban de pêş bixin. Lê bi vê peymanê rê li pêş qirkirina kurdan hat girtin. Ya duyemîn, HSDê bi xweserî û xwezaya xwe dê tev li artêşa Sûriye ango Şamê bibe. Lê ev artêş dê li herêma xwe parastinê bike. Dîsa Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê bajarên xwe biparêze. Ji xeynî xelkê Rojava dê tu hêzên din derbasî Rojava nebin. Dê saziyên me wekî xwe bimînin û di destê me de bimînin. Waliyê Hesekê jî kurd e. Cîgirê Wezîrê Parastinê jî kurd e. Ev hevpeyman erênî ye. Dibe ku ne di asta xwestekên me de be. Lê di vê qonaxa ku Sûriye di rewşeke veguhez re derbas dibe,  ji bo pêvajoya derbasbûnê ev hevpeyman ji bo gelê kurd pir baş e.” 

Xalid Omer destnîşan kir ku 17 roj di ser îmzekirina peymanê re derbas bû û wiha axivî. “Di vê pêvajoyê de gavên entegrasyonê bi rengekî lezgîn têne avêtin. Heta niha li herêma Cizîrê astengî derneketine. Ev nîşaneya ku baweriya di navbera Rojava û Şamê de şikestibû, pira baweriyê hêdî hêdî ji nûve tê avakirin e. Em jî hêvî dikin ku gavên din jî bêne avêtin ku entegrasyon bi encam bibe.  Ji bo ku em xwe ji pêvajoya nû ya têkoşînê re amade bikin û mafê gelê Kurd ê rewa mîsoger bikin, divê entegrasyona demokratîk zû bi encam bibe.”  

Heta ku em tev li bernameyên nivîsandina destûrê bingehîn a Sûriyeyê nebin û cih di komîsyonan de negirin, em ê nikaribin bandora xwe li ser destûra Sûriyeyê bikin. Ji bo vê yekê divê entegrasyon ji dema xwe de bê encamkirin ku em dest bi karên din bikin. 

Têkoşîna kurdan hişt ku doz bibe gerdûnî 

Xalit Omer der barê şandeya ku beşdarî konferansa ewlehiyê ya li Munîhê bûye jî agahî dan û wiha got: “Beşdarbûna Gerenal Mazlum Ebdî û Hevseroka Têkiliyên Karên Derve Îlham Ehmed weke beşeke ji şandeya dewleta Sûrî tê destgirtin. Em vê yekê wekî serkeftinekê dibînin. Ev vexwendina ku ji şandeyê re hat şandin, wekî encama têkoşîna dîplomasî gelek zêde ye. Ev hevdîtin derfetek  e zêrîn e ku Şandeyên me bi nûnerên dewletan re hevdîtinê bikin. Hevdîtina bi Wezirê Karên Derve yê DYA û nûnerên NATO re, bi serokê Fransa û Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siudî re derfetên gelek mezin in. Ev ji o dîplomasiyê serkeftineke mezin e. Ev encama têkoşîna dîplomasî û têkoşînagelê kurd a li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê belav bûye ye. Vê têkoşîna gel, hişt ku hêzên di 6ê Çile de li Parîsê li hev kom bûn, ji nûve li xwe vegerin. Hişt ku nêzîkatiyek nû ji gelê kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re nîşan bidin. Parlamentoya Ewropa û Konseya Amarîka helwestên baş nîşan dan. Vê têkoşînê hişt ku doza gelê kurd bibe doza gerdûnî û pirsgirêka kurd di navbera Rojava û Şamê de çaraser bibe.” 

Xalid Omer da zanîn ku ew niqaşên di hevditinan de pêş ketin bi pranî li ser mijara entegrasyonê ye û wiha bi dawî kir: “Di hevdîtinan de soz dan şandeyan ku dê gelê Kurd bi tenê nemîne. Serokê Fransa wekî sozekê da ku bibe garantor. Serwerî û hebûna gelê kurd a liser axa Rojava ku ew bi xwe bi xwe bi rêve bibe hat parastin.  Yek ji mijarên hatin niqaşkirin parastina kurdan bû. Mazlum Ebdî jî daxuyanî da û diyar kir ku hemû hevdîtin erênî ne û encam digirin.”