Xelasî yekîtiya gelên Kurdistanê ye
Ev herdu rêxistinên hovane, her çendî ji hevdu cuda bin jî, di warê hovîtî û pêkanîna planên hêzên kapîtalîst û netewe-dewletan de, bêqisûr tevgeriyan û digerin. Piştî ketina rejîma Esad şûn de, hêzên navneteweyî desthilatdariya li Sûriyeyê teslîmê wan çeteyên hov kirin. Ji nav van çeteyan kesayetek wekî Ehmed El-Şara hilbijartin û îro careke din li herêmê vê hişmendiya ku dijminê nirxên mirovahiyê ye, zindî dikin û çi bixwazin bi wan kujeran pêk tînin.

Xeyrî Serhed
Hişmendiya HTŞ û DAIŞê ya ku qaşo di çarçoveya ola îslamê de xwe birêxistin dike, di van salên dawî de bi destê hêzên kapîtalist ên wekî DYA, Îngilîstan, Fransa û hwd. hatin xurtkirin. Piştre ew anîn ser desthilatdariyê. DAIŞa ku di demeke kurt de ji her derê cîhanê ji xwe re kujer peyda kirin, li Rojhilata Navîn sûcên derveyî exlaqê mirovahiyê pêk anîn. Her cihên ku berê xwe danê, li pey xwe talan, rûxandin û karesat hiştin. Di şerê li dijî gelê kurd de bi taybetî jî dewleta tirk piştgiriyeke xurt da. Di hovitiya ku li dijî kurdan dihat dikirin de, destê nijadperestên tirk heye. Rayedarên tirk ji wan re li çepikan xistin. Îro jî bi hemû bê exlaqiya xwe vê piştgiriya xwe berdewam dikin.
Ev herdu rêxistinên hovane, her çendî ji hevdu cuda bin jî, di warê hovîtî û pêkanîna planên hêzên kapîtalîst û netewe-dewletan de, bêqisûr tevgeriyan û digerin. Piştî ketina rejîma Esad şûn de, hêzên navneteweyî desthilatdariya li Sûriyeyê teslîmê wan çeteyên hov kirin. Ji nav van çeteyan kesayetek wekî Ehmed El-Şara hilbijartin û îro careke din li herêmê vê hişmendiya ku dijminê nirxên mirovahiyê ye, zindî dikin û çi bixwazin bi wan kujeran pêk tînin.
Ev kujerê ku ti qayde û quralan nas nakin, ruxmê hemû hewldanên entegrasyona demokratîk a gelê kurd û Pergala Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê hatin pûçkirin. Di vê helwesta HTŞê de bêguman gef û bê bextiyên dewleta tirk jî divê neyên jibîrkirin. Dewleta tirk di bin navê “polîtîkaya ewlehiyê” û “pirsgirêka bekayê” de dixwaze bi tevahî gelê kurd bê parastin bihêle, wan li gorî xwe entegreyê rejîma Sûriyeyê ya demkî bike. Dîsa wekî her carê, îro dîsa dixwaze hemû mafên gelê kurd ji holê rake. Dewleta tirk tiliya xwe tevî hemû karên li Sûriyeyê dike. Bi piştgiriya ku bi rojan e dide van çeteyên hovane, sûcê mirovahiyê li rojavayê Kurdistanê pêk tînin. Bi taybetî jinên têkoşer ên kurdistanî bi rêbazên herî hovane qetil dike û cenazeyên wan di avahiyên bilind de diavêje. Keziyên jinên şerker qut dike û bi rûmet û heysiyeta gelê kurd dileyize. Nexweşxaneyan bombenaran dike, birîndaran qetil dike, av, ceryan û înternetê li ser gel dibire. Ev kujerên ji hemû nirxên mirovahiyê bê par mane, xwedî hişimendiyeke wiha ne. Di van hemû hêz û çeteyên ku em qala wan dikin de, ne exlaq, ne şeref, ne bext, ne mirovahî, ne heysiyet, ne hişmendî heye. Heke pêşî li van neyê girtin, dê wekî pençeşêrê gavbigav laşê mirovahiyê birizînin û hemû cîhanê talan bikin.
Dema em vê rastiya heyî tînin ziman, tevizîn di laşê mirovan de diçe, xwîna di laşên mirovan de dicemide. Gelek weşan, rojname, qaşo nivîskar û rewşenbîrên dewleta tirk, li ber ekranên TV û medyaya sanal, bi dîmenên hovîtiya li dijî gelê kurd tê kirin, ji devên wan gilêz davêje, çavên wan sor bûne û ji hovîtiya li laşê keç û xortên kurd hatiye kirin kêfxweş dibin. Wekî ku di Arenayên Romayê de ne, hovîtiya li dijî kurdan rewa dikin, wekî ku ti qîmeta canê kurdan tune ye, bi sosa “terorîstiyê” alîgir û nijadperestên xwe yên xwedî hişmendiya HTŞ û DAIŞê sermest dikin.
Çoknedanîna gelê kurd ji wan re derdekî pir mezin e. Ji ber ku kurd ji “Xweda-Împaratorê” wan re serî natewîne. Dest ji paradîgmaya xwe ya pirçandî, pirzimanî, pirolî û nasnameya kolektîf bernade. Ji derveyî azadî û wekheviyê, ji derveyê jiyaneke exlaqî û polîtîk ti rêyê nade pêşiya xwe, vê hovîtiya li hevdu aliyayî dîn û har dike. Lê tiştek pir hêja û cihê serbilindiyê heye, ew çî ye? Bêguman têkoşîn û hêza ji paradîgmaya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku bênavber 52 sal in berdewam dike, gelê kurd ê azadîxwaz kiriye mertalê jipola. Ev ji bo gelê kurd ê bişeref nirxa herî pîroz e.
Lê li dawiyê divê em careke din wekî gelê kurd xetere û pêla qirkirina li dijî xwe û hemû nirxên xwe yên neteweyî baş bibînin. Demek berî demekî nebêjin ev partî û ew partî, divê em bi bîr û baweriya yekitiya neteweyî li dora nirxên xwe yên neteweyî kom bibin ku em bikaribin namûs û heysiyeta xwe biparêzin. Êdî ev derfeta dawî ye. Divê em baş bifikirin, ji hevdu re baş bêjin û ji bo xwe tişta baş bikin. Ev deynê stûyê me ye û dema yekîtiya gelê kurd e. Her bijî Yekitiya Gelê Kurd.


