Xwendekarên Zanîngehê: Erîşeke organîzekirî ye

Rêxistinên xwendekaran erîşa li Zanîngeha Egeyê şermezar kirin û diyar kirin ku ev êrîş, êrîşeke organîzekirî ye.

1 deqe xwendin
Xwendekarên Zanîngehê: Erîşeke organîzekirî ye

Komeke nijadperest, di 14ê Nîsanê de li dijî xwendekarên Zanîngeha Egeyê êrîş pêk anîn. Endamên Sendîkaya Xwendekaran ku li ber derketina metroyê belavok belav dikirin, rastî êrîşa komek nijadperest hatin. Rêxistinên xwendekaran li ber metroyê belavok belav kirin û li Qada Kucukpark a Bornovayê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran pankarta “Li zanîngehan rê ji çeteyan re tune, em ê pergala we ya reş hilweşînin” vekirin û gelek caran dirûşmên “Ege dê bibe gora faşîzmê”, “Bijî piştevaniya xwendekaran” berzkirin.

Endamê TÎPê Tuna Atli Uysal li ser navê rêxistina xwendekaran daxuyanî da. Piştre li ser navê Sendîkaya Xwendekaran, xwendekara Zanîngeha Egeyê Berîl Aktaş axivî.

Tuna Atli Uysal diyar kir ku xwendekarên endamên Sendîkaya Xwendekaran ên ku jehrîbûna xwarinê ya li wargehan û destdirêjiyên li zanîngehan protesto dikirin û ji bo balê bikşînin ser van pirsgirêkan belavok belav dikirin, rastî êrîşa komeke faşîst a organîzekirî ya bi pala û şivên hesinî hatine û got: “Ev êrîş ne tesadufî ye, çavtirsandineke organîzekirî ye ku li dijî daxwazên mafên herî bingehîn ên xwendekaran hatiye kirin. Ev êrîş berhema hişmendiya paşverû û faşîst e ku dixwaze zanîngehan bêdeng bike û ciwanan bitirsîne. Êrîşkar bi gotina ‘em ê we bikujin’ tekbîr anîne; ev yek bi zelalî nîşan dide ku ev tundî ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de êrîşeke nefretê ya îdeolojîk e.“

Li ser navê Sendîkaya Xwendekaran, xwendekara Zanîngeha Egeyê Berîl Aktaş jî destnîşan kir ku bûyerên duh qewimîne bi organîze ye û got: “Yên ku kampusên me pêşkêşî çete û firoşkarên hişbirê dikin, vê wêrekiyê ji wan hêlînên tarî yên terîqat û cemaetan digirin ku pişta xwe dane wan! Em ji vir bi aşkerayî ji rektor Musa Alci dipirsin; wezîfedarên ewlehiyê yên ku divê xwendekarên xwe biparêzin, dema ku mil bi milê çeteyên destbixwîn ketin û hevalên me derb kirin, talîmat ji kê girtin? Gelo ewlehiya vê dibistanê di bin fermana çeteyên faşîst de ye?”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî dirûşman bi dawî bû.