Yekîtiya Azad a Karkerên Îranê: Cezayê darvekirinê rakin

Yekitiya Azad a Karkerên Îranê têkildarî cezayên darvekirinê yê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û 6 tometbarên din, her wiha li ser zêdebûna cezayên darvekirinên yên li dijî girtiyên siyasî daxuyanî dan.

1 deqe xwendin

Yekîtiya Azad a Karkeran a Îranê anî ziman ku cezayên darvekirinê yên bi ser Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û tolhildana şeş ciwanên xwepêşander hatî dayîn, êrişeke hovane ye li ser îrade û hêza piraniya mezin a gelê Îranê.

Yekîtiya Azad da zanîn ku du sal bi ser Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbaz dibe û wiha got: “Carek din pêla derxistin û pêkanîna cezayên darvekirinê gihiştiye asta herî bilind. Ev jî ji ber polîtîkayên zextê yên saziyên ewlekarî û darazê pêk tê. Zext û tehdîd bi rêya derxistin û sepandina cezayên darvekirinê yên nemirovane ji aliyê saziyên ewlekarî û dadweriyê ve her ku diçe zêde dibe.”

Yekîtiya Azad xwest demil dest cezayên nemirovane yên darvekirinê werin bi dawîkirin û wiha bi dawî kir: “Divê cezayên li dadgehên li çar aliyê welêt tên dayîn bên betalkirin ûhemû girtiyên siyasî û îdeolojîk demildest bên berdan.”