Yuksekbag 33 sal, Ûmûtgan jî 32 sal şûnde hatin berdan

Abdulmecît Yuksekbag piştî 33 salan û Mustafa Ûmûtgan jî piştî 32 salan ji girtîgehê derketin. Girtiyên ji girtîgehê derketin peyama têkoşîna aştiyê dan.

1 deqe xwendin
Yuksekbag 33 sal, Ûmûtgan jî 32 sal şûnde hatin berdan

Abdulmecît Yuksekbag û Mustafa Amûtgan ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê de, piştî 33 û 32 salan girtî man serbest hatin berdan. Abdulmecit Yuksekbag û Mûstafa Amûtgan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe hatin pêşwazîkirin.

Abdulmecît Yuksekbag ku li pêş girtigehê axivî, got: “Em ji bo aştî û azadiyê di pêvajoyeke girîng de ne. Em jî derketin derve. Tevî gel ji bo vê pêvajoyê û aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Mustafa Amûtgan ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket jî got: “Em ji girtîgehê derketin, lê em xemgîn in. Bi hezaran hevalên me yên nexweş di girtîgehan de ne.”

Yuksekbag ber bi Sêrtê û Amûtgan jî ber bi Rihayê ve bi rê ket.