Zarokê ji aliyê OSOyê ve hat revandibû bi gefa cezayê muebedê re rû bi rû ye

Huseyîn Muhammed ê ku ji bo fîdeyeyê OSOyê ravandibû û dema radestî Tirkiyeyê hatibû kirim 15 salî bû, bi cezayê muebeda giran re rû bi rû ye.

1 deqe xwendin
Zarokê ji aliyê OSOyê ve hat revandibû bi gefa cezayê muebedê re rû bi rû ye

Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) berê ji bo fîdyeyê Zaîm Hişman Elî yê Rojavayî revandibû û piştî radestî Tirkiyeyê kiribû cezayê “Muebeda giran” lê hat birîn. Piştî vê bûyerek şibhê wê derket holê. Huseyîn Muhammed ê 15 salî ku di sala 2022yan de ji bo fîdyeyê ji aliyê OSOyê ve hatibû revandin û piştî fîdye bi dest nexistibû radestî Tirkiyeyê kiribû, bi cezayê muebedê re rû bi rû ye. Li gorî nûçeya  rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Muhammed ê ku piştî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê tê ragiritn, bi îdiaya “sekvaniyê” yê ku bûye sedemê mirina 3 leşkerên tirk tê sûcdarkirin. Daraz, bi îdîaya ku Muhammed di sala 2001an de ji dayik bûye, hat destpêkirin.

Piştî parêzeran serlêdan kir hat qebûlkirin ku Muhammed 18 salî ye û daxilê kategoriya “Zarokê berledayî” (SÇS) kir. Piştî darzê, 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ji ber mirina leşkerekî 24 sal bi giştî zêdetirî 72 salan ceza li Muhammed hat birîn.

Lêbelê hat tespîtkirin ku li gorî belgeyên parêzerên Muhammed pêşkêşî dadgehê kirî, di dema bûyerê Muhammed 14-15 salî bûye.

Muhammed ê ku diyar kiribû ku ew tevli tu bûyerê nebûye  ji aliyê OSO ve ji bo fîdeyeyê hatî revandin, rewşa wî li gorî beleyên OSO amadekiribû hatî amadekirin. Parêzeran daxwaz kir ku têkildarî bûyerê ji Sererkaniya Artêşê agahî werin giritn, lêbelê daxwaza wan bê bersiv ma. Danişîna biryarê dê di 2yê tîrmehê de bê lidarxistin.