Zarokên Mexmûrî ji bo 4ê Nîsanê bafirok firandin

Weqfa Şehîd Şervîn a Jin ya Mexmûrê; bi boneya 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist. Zarokên 5 dibistanên dayîkê bafirok firandin.

1 deqe xwendin
Zarokên Mexmûrî ji bo 4ê Nîsanê bafirok firandin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi boneya 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek çalakiyên cihêreng hatin li dar xistin. Bi boneya rojê Weqfa Şehîd Şervîn a Jin, li Parka Penaberan ya wargehê, bi tevlîbûna zarokên 5 dibistanê dayîkê çalakiyek lidarxistin. Bernameya çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li vir Endama Rêveberiya Weqfa Jin Sêvê Yuksek axivî. Sêvê Yuksel di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina beşdaran kir û 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gerîlayên azadiya Kurdistanê, dayîkên şehîdan, berwedanvanên zîndan û li zarokan pîroz kir.

Sêvê Yuksek di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ev roj, roja ronahiya gelê Kurd û roja ronahiya mirovahiyê ye. Piştî axaftinê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û zarokan tevî malbatên xwe bafirok firandin.