Zerfên Zer: Zengilê 1933yan hê jî li deriyê me dide!

Fîlmê “Zerfên Zer” her çiqas çîroka bûyereke taybet be jî, lê wêneyekî gerdûnî yê zextên rejîmên totalîter, nîşan dide. Fîlm, bi zimanekî estetîk, nîşan dide ku otorîterîzm- çi di 1933yan de li Elmanya yê be, çi îro li Tirkiye û deverek din ê cîhanê din be ferq nake her dem dikare jiyana mirovan di nav çend rojan de sero bin bike.

1 deqe xwendin
Zerfên Zer: Zengilê 1933yan hê jî li deriyê me dide!

Di cîhanê de dema ku behsa desthilatdariya otorîter, rejîmên totalîter û mekanîzmayên wan ên zextê tê kirin, yekser rejîma Nazî ya Elmanya yê û hevkarên wan ê din tên bîra mîrovan. Ev kirin bi dehan sal in, di sînemayê de wekî amûreke analîtîk a dîrokî û rexneyî tê bikaranîn. Fîlma Îlker Çatak ya bi navê “Zerfên Zer” jî wekî berhemeke din a vê xelekê derdikeve pêş. Fîlm, zextên rejîmên totalîter û qurbaniyên wê tîne ser perdeya spî.

Fîlma derhênerê alman-tirk Îlker Çatak a bi navê “Zerfên Zer” (Gelbe Briefe), 27ê Adarê li Tirkiyeyê ket vîzyonê. Fîlm, di 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) de xelata herî mezin a “Hirça Zêrîn” (Golden Bear) wergirt û di qada navnetewî de dengek mezin veda. 

Derhêner Îlker Çatak, ku eslê malbata wî ji Tirkiyeyê ye, di sala 1984an de li Berlînê ji dayik bûye û niha jî li wir dijî. Ew li Almanyayê derhênerekî naskirî û serkeftî ye. 

Di van 25-30 salên dawî de, li Elmanyayê derhêner û sînemevanên bi eslê xwe tirk û kurd, yên wek Fatîh Akin, Yuksel Yavuz, Ayşe Polat, Mîraz Bêzar, Îlker Çatak û gelek ê din pirsgirêkên civakî yên wekî nasnameya koçberiyê, pirsgirêka kurd, azadiyê û mekanîzmayên desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê dikin mijara fîlmên xwe û derbasî sînemaya cîhanê dikin. Ev derhêner li Elmanya mezin bûne û îro wekî beşeke xwezayî û aktîf a sînemaya Elmanya yê têne pejirandin. Digel vê yekê, ew piranî mijarên xwe bi pirsgirêkên axa kal û pirên xwe ve girê didin û di fîlmên xwe de nîşan didin. 

Mînak, Fatih Akin di berhemên xwe yên wekî “ The Cut” (Birîn), Auf der anderen Seite” (Li ser Berava Jiyanê), dîsa Ayşe Polat jî di fîlmên xwe yên wekî,” In the Blind Spot (Li Cîhê Kor), “The Others”( Ên Din),  Yuksel Yavuz jî di Kleine Freiheit (Azadiya Biçûk) û “Close-Up Kurdistan” û Mîraz Bêzar jî di fîlma xwe ya “ Min Dît” de zextên siyasî, pirsgirêka kurd, koçberî û bandorên wê yên psîkolojîk û civakî bi awayekî vekirî tînin ser perdeya spî.

Di vî warê de, fîlma herî dawî ya derhêner Îlker Çatak e.  Derhêner, bi estetîka sînemaya xwe ya taybet û zimanê dîtbarî yê bibandor, di salên dawî de, ne tenê bala rexnegiran kişandiye, di heman demê de ji xwe re cîhekî berbiçav jî di sînemaya navneteweyî de çêkiriye. Fîlma wî ya dawî “Zerfên Zer”, vê nêrina me piştrast dike û asta wê ya hunerî û rexneyî derdixe pêş. Derhênerê navdar Wim Wenders jî di derheqê fîlmê de nirxandineke gelek erênî kir û got: “Fîlm empatiya zimanê sînemayê bi awayekî pir zelal û eşkere li dijî zimanê siyasî yê totalîtarîzmê tîne pêş. Îlker Çatak, bi rastî jî fîlmên pir hêja û bibandor çêdike.” Ev gotinên Wenders, ne tenê serkeftina fîlmê vetibêje. Di heman demê de hêza wî ya di afirandina sînemayeke ku hem hunerî ye hem jî rexneyî ye, bi awayekî xurt piştrast dike. 

Minimalîzm, vicdan û rexneya desthilatdariyê 

Îcar em werin ser mijar û naveroka fîlmê. Di dîroka Tirkiyeya nêzîk de, di bin desthilatdariya siyasî ya salên 2015-2016an de, gelek bûyerên giran ên ku azadî, demokrasî û mafên bingehîn hedef girtin, hatin jiyan. Li Tirkiyeê piştî hilweşandina pêvajoya aştiyê ya ku di sala 2013an de dest pê kiribû, di salên 2015 û 2016an de şer û zextên mezin li bajarên Kurdan dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, di sala 2016an de zêdetirî 2212 akademîsyen bi navê “Akademîsyenên Aştîxwez” daxuyaniyeke bi ser navê “Em nabin hevkarê van sûcan” belav kirin. Piştî vê daxuyaniyê, bi sedan akademîsyen hatin hedefgirtin. Di dawiyê de bi KHKyan 406 akademîsyen ji kar hatin îxraçkirin û bi giştî zêdetirî 800 kes jî bi awayekî cuda hatin cezakirin. Ev bûyer, di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de weke yek ji mînakên herî berbiçav ên zexta li ser azadiya akademîk û derbirînê tê nirxandin. Di fîlmê “Zerfên Zer” de, rasterast bandora van zextan li ser jiyana rojane, têkiliyên malbatî û afirîneriya hunerî bi awayekî psîkolojîk û realîst vedibêje. 

Fîlm, pêvajoyê di şexsê malbateke hunermend de digre dest. Derya (Özgü Namal) şanoger û di şanoya dewletê de aktrîsek navdar e. Azîz (Tansu Biçer ) jî nivîskarê şanoye û li zanîngehê de akademîsyen e. Ew xwedî jiyanek berçav in, di warê civakî û aborî de xweşhel in. Endamê çîna navîn in. Ew jî îmze davêjin bin vê daxwaniyê dijberiya şer. Ji xwe her tişt ji vir şunve dest pê dike. Jiyana wan di nav çend rojan de bi nameyên ”Zerfên Zer” ên fermî, tên guhertin. Îxraçkirina ji kar, zextên polîs û dadgehê li ser malbatê zêde dibe. Ew jî neçar dibin ku bi keça xwe ya 13 salî koçî Stenbolê dikin. Bi vî rengî, Çatak ne tenê rastiyeke siyasî radixe ber çavan. Di heman demê de bandora wê ya li ser rih, derûnî û têkiliyên mirovî jî bi estetîkeke sînemayî ya minimalîst vedikole. Ev nêzîkatî, fîlmê ji propaganda rasterast dûr dixe û wê dike berhemeke rexneyî ya sînemayî ya bi hêz: ew di navbera realîzma civakî û sembolîzmê de hevsengiyekê datîne û temaşevanê xwe bi pevçûnên exlaqî û vicdanî yên karakteran re rû bi rû dihêle.

Fîlm, her çiqasî ji bûyereke biçûk û rojane xuya dike dest pê bike jî, hêdî hêdî vediguhere pevçûneke hundirîn a kûr û li dijî pergalê. Derhêner Îlker Çatak, herikîna fîlmê bi awayekî pir baş hûnandiye û bi hostayî nîşan dide ku çawa rewşeke pir asayî û normal dikare di nav çend rojan de veguherîne pevçûneke psîkolojîk û exlaqî ya tevlihev û kûr. Zimanê dîtbarî yê fîlmê bi awayekî minimalîst û paqij e. Kadrajên teng, ronahiya sar, bikaranîna pîvandî ya diyalogan û bêdengiyên dirêj, ne tenê estetîkekê diafirîne, lê di heman demê de aliyê psîkolojîk ê çîrokê derdixe pêş û wê xurtir dike. Ev nêzîkatiya minimalîst, bala temaşevan dikişîne ser guhertinên hundirîn ên karakteran û bandora zextên derve li ser rih û derûniya wan. Derketina ji kar û windakirina statûyê, bi xwe re gelek nakokiyên navmalbatî û psîkolojîk derdixe holê. Bêperebûn, girêdayîbûna aborî ya bi malbatê re û jiyana li cem kesên din, vê rewşê hîn dijwartir dike. 

Di vê navberê de, pirsên exlaqî yên wekî wijdan, helwest û moraliya kesane bi awayekî zindî derdikevin pêş. Di fîlmê de Aziz temsîla wijdanê hişk û helwesta berxwedêr dike. Lê Derya ku di destpêkê de xwedî seknekê xurt e, di berdewamiya jiyanê de li hemberî zor û zextan bi xem, metirsî û dudiliyê re rû bi rû dimîne. Ev guherîna di karakterê Derya de, ne tenê pevçûneke kesane ye, lê di heman demê de nakokiyeke kûr a di navbera îdeal û rastiya jiyanê de nîşan dide û di fîlmê de yek ji xalên herî bi hêz ên dramê pêk tîne.

Sala 1933yan a Almanya û îro 

Fîlm bi şêwazeke klasîk nehatiye hunandin.Derhêner Îlker Çatak, bi awayekî metaforîk, temaşevan dixe nav rêwîtiyeke dîrokî. Paşxaneya wê ji salên 1933an ên Almanya Nazî ye digire. Dema partiya Nazî di sala 1933an de hat ser desilatdariyê di serî de li hemberî Cuhiyan êriş da destpêkirin. Bi vî awayî dest bi Holokost ê dike. Dîsa gelek rewşenbîr, nivîskar, entellektuel û kesên azadîxwest hatin girtin û cezakirin. Ji wê salê şunve qedexe û zext hatin destpêkirin. Fîlmê “Zerfên Zer” jî polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê bi mekanîzmayên Nazîzmê yên destpêkê re tîne berhevdu. 

Di fîlmê de, rûbirûbûna di navbera Enqere- Berlin, Stenbol-Hamburgê, korîdorên dadgehên wê tema Hitlerê û yên îro, û sembolên Nazîzmê bi rûbirûbûnên mîkro yên Tirkiyeya roja me re bi awayekî estetîkî têne danîn. Fîlm tenê tundiya derve ya desthilatdariyê nîşan nade. Di heman demê de bandora wê ya kûr a li ser rih û derûniya mirovan jî vedikole. 

Li hemberî zextan berxwedana şanoya kurd 

Di fîlmê de, zexta li ser kurdan jî bi awayekî vekirî, tê nîşandan. Derhêner Îlker Çatak, bi vê beşê re, ne tenê rewşa hunermend û rewşenbîrên kurd di bin desthilatdariya otorîter de radixe ber çavan, Di heman demê de berxwedana çandî ya li hemberî asîmîlasyon û zextên sîstematîk jî bi awayekî estetîkî vedibêje. Dema ku Derya û Aziz neçar dimînin koçî Stenbolê bikin, ew bi şanoya kurd re têkiliyekê datînin. Ev cîhê şanoyê, her çiqasî di bin zext û çavdêriya rejîmê de be jî, deriyê xwe ji wan re vedike û dibe sembola hevgirtin û berxwedana çandî. Karakterê Baran (Aziz Çapkurt), berpirsiyarê şanoyê, bi awayekî sade û samîmî rewşa zehmet a şanoya kurd vedibêje: qedexekirin, kêmbûna alîkariyê, çavdêriya domdar û hewldana domdar a ji bo parastina ziman û çanda kurdî di bin van şertan de. Bi vê rûbirûbûnê, fîlm nîşan dide ku hunermendên kurd ne tenê bi zextên siyasî re rû bi rû dimînin, lê di heman demê de bi afirîneriyeke berxwedêr û hevgirtineke navxweyî hewl didin ku dengê xwe biparêzin. Fîlm, bi danîna şanoya kurd wekî cîhekî alternatîf û piştgir, di navbera zexta desthilatdariyê û berxwedana mirovî de hevsengiyekê datîne û balê dikişîne ser wê rastiyê ku huner, tevî hemû astengiyan, dikare bibe amûreke herî bi hêz a parastina nasname û wijdanê di bin şertên otorîter de.

Ji Îlker Çatak hişyarî 

Yek ji hêzên herî mezin ên fîlmê, bikaranîna pîvandî ya diyalogan, bêdengiyên dirêj û kadrajên sade, pevçûnên hundirîn ên karakteran bi awayekî zelal û kûr e. Dûrketina ji her cûre zêdeyî di estetîka dîtbarî de, rastiya çîrokê xurtir dike û li ser temaşevan hestek samîmiyeta nerehet û dijwar çêdike. Ev nêzîkatî, fîlmê ji çîrokeke asayî derdixe û vediguherîne serpêhatiyeke psîkolojîk. Bi kinasî Îlker Çatak di fîlmê de di şexsê Derya de rexnek çînî jî dike. Ji ber ku her çiqas Ezîz nexwaze jî Derya di dawiya dawî de ji ber metirsiyê jiyanê teslîmê polîtîkayên dewletê dibe û gelek tiştan qebul dike. 

Di encamê de, fîlmê “Zerfên Zer” de her çiqas çîroka bûyereke taybet be jî, lê wêneyekî gerdûnî yê zextên rejîmên totalîter, nîşan dide. Fîlm, bi zimanekî estetîk, nîşan dide ku otorîterîzm- çi di 1933an de li Elmanya yê be, çi îro li Tirkiye û deverek din ê cîhanê din be ferq nake her dem dikare jiyana mirovan di nav çend rojan de biguherîne. Îlker Çatak, bi rê û naveroka fîlmê “ Zerfên Zer” de di aliyê din de jî hişyariyeke berbiçav dide mirovatiyê; li hemberî rêjîmên totalîter yên di demên peş me de îhtîmala were jiyandin…