Zîlan ji bo gelê xwe bû xwedawend û ferîşteya azadiyê
Zîlan ji bo me her û her wê xwedawend û serkeş be. Em jî şervan û şagirtên wê ne. Pêşketina tevgerên jinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê berhema têkoşîn, fedayetî û qehremaniya şêrejinên weke Zîlan, qehreman û şarezayên em gihandine roja îro ye. Eger em îro dikarin xwe biparêzin û têkoşîna xwe ya azadiyê bi rêkûpêk bikin û bibin serkeftinê bi saya van şehîdên giranbihaye.

Leyla Amûdê
Hevrê û xwedawend Zîlan bi bîr û bawerî soza xwe da Rêber Apo, şehîdên şoreşê û gelê Kurdistanê. Li ser vî bingehî gava xwe avêt nava şoreşê. Her wiha bi heman bîr û baweriyê jî têkoşîn kir. Dema bihîst dewleta tirk li hember Rêber Apo êrişeke hovane pêk aniye, bi bîr û baweriyeke bêhempa xwe bi teqemeniyên pêça û berê xwe da wargehên dijmin û neyaran. Hevrê û fermandar Zîlan ji şer û tundiyê hêrs dibû, lê weke tê zanîn ew komploya li hember Rêber Apo hevrê Zîlan gelekî hêrs kir û ew bir biryareke wiha dîrokî. Zîlan navê xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê xêz dike û dibe pêşenga hemû dilsozên azadiyê. Ji bo gelê xwe û tevahî jinên azadîxwaz bû xwedawend û ferîşteya azadiyê.
Hevrê û qehreman Zîlan digihêje qinyata ku ne bi çalakiyeke wiha bi bandor be, wê dewleta tirk gavên xwe paşde navêje û wê her Rêber Apo hedef bigire. Ji ber vê xwedawend Zîlan biryara çalakiyeke wiha mezin dide û canê xwe ji bo parastina Rêber Apo dike mertal. Bi rûkenî berê xwe dide çalakiya xwe ya navdar û bi canê xwe serkeftinê qezenc dike. Hevrê Zîlan ji bajarê berxwedanê Dêrsimê dest bi meşa xwe kir û bû şopdara serhildana Seyîd Rizayê nemir. Ala serkeftina gelê kurd bilind kir da ku tola salan rake. Zîlan berê xwe da çiyayên Kurdistanê, xwedî li çanda Besê û Zerîfeyan derket. Ew xwedî derketina wê lehengê bû xwedîderketina li berxwedana xelkê Dêrsimê yê di şikeft, berqeft û newalan de hatin kuştin, bi darê zorê hatin koçberkirin.
Şareza û qehreman Zîlan piştî beşdarî nav refê gerîla bû, bi kelecan û coş li çiyayên berz û bi heybet geriya. Ji wan çiyayan hez kir. Soz da ku wê Rêberê xwe biparêze, plan û komployên neyar û xayînan vala derxe. Hevrê û xwedawend Zîlan gihişt baweriya ku ne bi şer û têkoşînê be wê dijmin neyê çareseriyê. Ji ber wê dîlawer Zîlan bi hêrseke pir mezin bi ser dijmin de çû û ew poşman kir ku komployeke wiha nemerd li hember Rêber Apo kiriye.
Piştî hevrê û xwedawend Zîlan wê komploya bêbext dibihîze hew dikare li cihê xwe raweste. Ji rêxistinê re rapora pêşniyara çalakiya fedayî dinivisîne. Pir jî li ser rêbaza çalakiya xwe dihizire û dixwaze rêxistinê îkna bike ku wê çalakiyê pêk bîne. Xwedawend û qehreman Zîlan çalakiya xwe bi bername kir û berê xwe da çalakiya xwe ya dîrokî. Hevrê Zîlan ji bo çalakiya xwe bi serketî bike her tiştî bi xwe plan dike. Keşfa cihê çalakiyê dike. Dema roja çalakiyê tê tola salan radike. Zîlan qet di çûna xwe ya çalakiyê de dudiliyan najî, bi biryar û cesareteke bêhempa tişta kiriye armanc pêk tîne.
Zîlan jineke ne jirêzê bû ji ber wê Rêber Apo dema li ser kesayeta wê nirxandin kir got: “Zîlan xwedawend û rêbera me ye.” Piştî çalakiyê Rêber Apo agahiyan li ser hevrê Zîlan dixwaze. Dema heval nameyên hevrê Zîlan dişînin Rêber Apo di dewreya perwerdeyê de hevok bi hevok bi xwe ji hevalan re dixwîne û wiha destnîşan dike; Zîlan bi bîr û baweriya xwe ya bi serkeftinê, çalakiyeke mezin pêş xist, tirseke mezin xist dilê neyar û xayînan. Rêber Apo xîtabî fermandaran dike û dibêje, “We hemûyan nikarî bersivê bidin komployê, lê xwedawend Zîlan, bersiva herî xurt û dijwar da neyar û pêşiya taktîkê vekir.” Rêber Apo diyar kir ku Zîlan xeta partiyê ye û divê hemû jin ji xwe re xwedawend Zîlan weke nimûneya jina azad bigirin dest û li ser wan pîvanan bimeşin.
Xwedawend Zîlan ji me hemû jinan re bû pêşeng, xeta wekhevî û azadiyê. Bû nîşaneya serkeftinê û navê xwe yê destanwarî di dîroka şoreşa Kurdistanê de neqişand. Hevrê û şêrejina wêrek Zîlan rêya têkoşînê vekir û taktîkên pir nû pêş xist. Her hewl da ku ti kes cesaret neke destê xwe dirêjî Rêbertiya me bike. Jixwe dema mirov nameya xwedawend Zîlan dixwîne û li ser lêhûrbûn dike vê rastiya hêja ya hevrê Zîlan bi awayekî berbiçav dibîne. Zîlan dizane milîtanek wê çawa kêliyê qezenc bike û gaveke bi bandor biavêje.
Weke jin em gelekî serbilind in ku xwedî pêşeng û serkêşeke mîna xwedawend û dilêr Zîlan in. Em ê li ser ronahiya têkoşîn û ruhê wê yê fedayetî û serkeftî bimeşin. Wê her ji bo me meşaleyeke gelan û jinan ber bi serkeftinê ve dibe. Ji xwedawend û fermandara xwe Zîlan re soz didin ku em ê serkeftinê qezenc bikin û her tim parêzvanên Rêber Apo bin. Em ê xeta xwedawenda xwe Zîlan, Bêrîtan, Sema û Bêrîvan pêş bixin. Hevrê Zîlan wê ji bo me hêza manewî, fikir û bîr û baweriyê be. Zîlan rênas û rêzana xeta şoreşê ye. Li ser rêya serketinê wê her ji bo me mayînde û berz be. Zîlan ji jinên kurd re bû nasname û vîna serbilind.
Zîlan ji bo me her û her wê xwedawend û serkeş be. Em jî şervan û şagirtên wê ne. Pêşketina tevgerên jinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê berhema têkoşîn, fedayetî û qehremaniya şêrejinên weke Zîlan, qehreman û şarezayên em gihandine roja îro ye. Eger em îro dikarin xwe biparêzin û têkoşîna xwe ya azadiyê bi rêkûpêk bikin û bibin serkeftinê bi saya van şehîdên giranbihaye. Bi hûrmet û minetdarî bejna xwe li beramberî xwedawend Zîlan, Sema, Bêrîtan, Bêrîvan û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim, soza xwe ya bilindkirina têkoşînê ji wan re nû dikim.


