Ev çi nakokiyek yeman e!
Êdî bila ne ciwanên tirk ne jî ciwanên kurd jiyana xwe ji dest nedin. Êdî bes e! Bila rayedar û berpirsiyarên dewletê erk û peywira xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet bînin cih û bixin meriyetê.

Seher Yildirim
Ger di agirbesta 1993yan de şer bi dawî bibûna, niha nîvê wan mirov û lehengan li jiyanê bûn. Her du alî jî bi heman teşeyî, ji ber polîtîkayên çewt û şaş ên rayedarên dewletê ji jiyanê qut bûn. Ger wê demê çareserî pêk bihata dê niha her tişt ji hêla erînî ve pir cuda ba. Ger wê demê aşîtî pêk bihata, niha civak jî demokratîk dibû.
Di diyalektîkê de her tişt dijberê xwe ava dike. Şerê ku li dijî kurdan hat meşandin kurdan kir yek. Ji ber vê yekitiyê di Newrozan de bi milyonan kurdên demokrat digihîjin hev. Ew ruh, ruhê şehîdan e ku bi milyonan insanî tîne cem hev. Wek mînak; di tekoşîna çepên tirkan de malbat li pey şopa zarokên xwe nameşin, loma jî bi ser nakevin. Lê rastiyek heye, ew jî avabûna yekitiya kurdan e. Wekî ku mamoste Cegerxwîn gotiye: "Ger ku em nebin yek, em ê herin yek bi yek." Jixwe kurdan mînakên wisa şênber li ber çavên xwe gelek caran dîtine.
Niha ew malbatên ku ji her hêlî ve dilşewat in, dîsa jî malbatên herî demokrat in. Ew hêza xwe ji lehengên xwe digirin. Niha hem ji hêla aborî hem jî ji hêla manewî ve, di serî de canên xwe yên herî xweşik, zîrek, egîd û bi rûmet winda kirin; berdêlên giran dan û her tiştê xwe ji bo ku gelê kurd bi azadî bijî, feda kirin. Bi tevî wê êşa mezin a di dilê xwe de, malbatên ku ji dil û can aştiyê dixwazin dîsa ew in.
Ev rewş ji bo gelê tirk jî bi heman teşeyî ye. Hem zarokên çîna bindest hem jî yên dewlemend di vî şerê qirêj de, ji bo berjewendiyên çîna serdest hatin windakirin û neçarê şer hatin hiştin. Lê dinya jî dizane ku pirsgirêka gelê kurd a hezar salan e û ew ji neçarî di nava şer de ne. Ne ku gelê kurd aşiqê şer e yan ji şer hez dike. Berpirsiyarê rewşa ku kurd tê de ne; dewlet, desthilatdarî û serdest bixwe ne. Wan kurd anîn vê rewşê ku tu rê ji wan re nemabû. Kurd mafdar bûn ku ji bo çand, ziman û nasnameya xwe tebikoşin. Lê ciwanên tirk wekî fermanber di bin emrê dijminatiya ciwanên kurd de şer dikirin. Sedemê wan jî rayedar û rêvebirên dewletê û desthilatdariyê bixwe ne; ferman didan, ew jî ji neçariyê diçûn şer û jiyana xwe ji dest didan.
Jixwe sedemê mirina ciwanên her du aliyan, dîsa rayedar û desthilatdarî ye. Li ser navê şer, gelê xwe jî li hemberî kurdan jehrî dikirin. Bi rêya çapemeniya şerê taybet digotin "her tişt ji bo gelê me ye, Tirkiye perçe dibe" û bi hinceta şerê çekdarî, aboriya dewletê ji bo berjewendiyên malbat û alîgirên xwe bi kar dianin. Tiştê ji bo şer xerc dikirin jî, keda gel bixwe bû. Loma jî heta dewlet zelal û demokratîk nebe, desthilatî jî neguhere, di nava gel de cîhkirina demokratîkbûnê ne hêsan e û zû bi zû nayê avakirin. Mafê bingehîn ê kurdan ê mezin, di çarçoveya hiqûqî de xistina nava ewlehiya zagona bingehîn. Ji bilî vê, nêzîkatiyên din gelek zor û zehmet in. Jixwe bingeha nakokiyan dewlet û desthilatdarî bixwe ye. Bala her kesî dikişîne; çiqas rojev bibe mijara kurdan li Tirkiyeyê, rojevê diguherînin û pirsgirêkekê derdixin da ku mafên kurdan neyên dayîn.
Ez mînaka vê sedsalê ya zindî bidim: Kalê min pênc bira bûne, ji pênc birayan tenê kalê min maye. Pîra min du bira bûne. Kalê min ê din, bavê dayika min, birayekî wî hebû. Di damezrandina dewletê de, birayên kal û pîrên min li hemberî şerên li dijî Tirkiyeyê û Kurdistanê şehîd ketine; li Çanakkaleyê, li dijî rûsan û hwd. Lê em nizanin tirba wan jî li ku ye. Bi hazaran kurd hene ku Mustafa Kemal bi saya hevkariya bi wan re bi ser ketiye. Lê wekî niha, ew nakokiyên di nava Mustafa Kemal û Îsmet Înonu de jî derketine holê ku kurd xapandine. Di dema parastina welat de digotin "em xweşk û birayên hev in", peymana bi kurdan re çêkirin û paşê binpê kirin. Îsmet Înonu li ser navê kurdan şal û şapik li xwe kir, tev li civîna Lozanê bû û got: "Ez şahid im û nûnertiya kurdan dikim, tu pirsgirêk di nava me de tune, em wekhev in, mafê me yek e û em yek in." Lê realîte û rastî ne wisa bû. Êdî ji kurdan re her tişt hat qedexekirin. Kurd hatin kuştin, tevahî mafên wan ên bingehîn hatin binpêkirin û êdî zilm û zorê dest pê kir. Ji ber ku kurd bi tirkan re dirust bûn, winda kirin. Niha jî di şerê PKKê û dewletê de li pey heman xapandinê ne. Lê bila dîrok dubare neke.
Ez bêm ser mînaka neviyên kal û pîrên xwe; pênc neviyên kal û pîra min şehîd in: Mustafa Yildirim, Îshak Yildirim, Adnan Yildirim, Medenî Yildirim û Mihemed Yildirim. Her wiha bavê xwarziyê min Ekrem Tamîr. Ez bawer dikim ev mînak her tiştî radixe ber çavan. Bizanibin, bi şer kurd naqedin. Jixwe birêz Ocalan di ragihandina xwe ya 27ê Sibatê de sedemê derketina PKKê rave kir. Bila êdî ev firsend têk neçe. Ev mînaka ku min da, realîteyê rave dike. Gişan jî, tevan jî ji jiyanê û ji miovan pir hez dikir. Dev ji xeyalên xwe berdan û ji bo hezkirina jiyaneke azad hatin şehîdxistin. Bi hezaran ciwanên kurd ên wisa zîrek hene.
Ev çi nakokiyeke yeman e! Keça birayê min gava biçûk bû, diçû dibistanê û dihat malê, dipirsî: "Dayê, em diçin dibistanê dibin tirk, em tên malê dibin kurd?" Lê me ew wekî çapemeniya tirk jehrî nedikir; me jê re digot "her zimanek mirovek e". Lê wê zilm û zora li ser malbatê bi çavên xwe dît, dema mezin bû bû derûnnas.
Êdî bila ne ciwanên tirk ne jî ciwanên kurd jiyana xwe ji dest nedin. Êdî bes e! Bila rayedar û berpirsiyarên dewletê erk û peywira xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet bînin cih û bixin meriyetê.

