Civîna NATOyê, pergala SAMP/T û atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê

Konya li navenda Tirkiyeyê ye, bi hebûna bingehên leşkerî û navendên operasyonên hewayî yên girîng tê nasîn. Ji bo planên parastinê yên NATOyê jî Konya xwedî girîngiyek taybet e. Gelek kes dibêjin ku hilbijartina vî bajêrê tenê bi sedemên teknîkî û leşkerî nayê ravekirin û pêşveçûnên herêmî û jeopolîtîk jî dikarin di vê biryarê de rol lîstibin.

1 deqe xwendin
Civîna NATOyê, pergala SAMP/T û atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê

Brusk Bagok

Di rojên ku Tirkiye ji bo mêvandariya Civîna NATOyê amade dibe de, gelek bûyer û pêşveçûnên nû li ser rojeva gel û medyayê cih girtine. Taybetî daxuyaniya ku pergala parastina hewayî ya SAMP/T ya ku di envantera NATOyê de ye û ji aliyê Îtalyayê ve tê bikaranîn dê li Konyayê were bicihkirin, ne tenê wekî tedbîrek leşkerî, lê her wiha di çarçoveya pêşveçûnên siyasî û herêmî de jî tê nirxandin.

Li gorî daxuyaniyên fermî, ev pergala parastinê di çarçoveya planên parastina hewayî ya NATOyê de hatiye Tirkiyeyê. Lêbelê heta niha bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin ka ev bicihkirin tenê ji bo ewlehiya civînê û bi awayekî demkî ye yan jî beşek ji stratejiyek dirêjtir û berfirehtir e. Ji ber vê nezelaliyê, di nav raya giştî de gelek şîrove û rexne derketine holê.

Hilbijartina Konya jî balê dikişîne. Ev bajarê li navenda Tirkiyeyê ye, bi hebûna bingehên leşkerî û navendên operasyonên hewayî yên girîng tê nasîn. Ji bo planên parastinê yên NATOyê jî Konya xwedî girîngiyek taybet e. Gelek kes dibêjin ku hilbijartina vî bajêrê tenê bi sedemên teknîkî û leşkerî nayê ravekirin û pêşveçûnên herêmî û jeopolîtîk jî dikarin di vê biryarê de rol lîstibin.

Di aliyê din de, beriya Civîna NATOyê li gelek herêmên welêt operasyon, girtin û tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Dezgehên ewlehiyê dibêjin ku armanca van operasyonan li dijî rêxistinên çekdar û gefên ewlehiyê ye. Lê hin derdor û komên rexnegir dibêjin ku beriya civînê siyaseta ewlehiyê ya dewletê bêtir xuyakiriye û li pêşiya rojevê hatiye.

Bi taybetî di demekê de ku nîqaşên li ser çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hîn jî didomin, derketina mijara NATO û ewlehiyê li pêş rojevê gelek nirxandinên cuda çêkirine. Hin beşên civakê hêvî dikin ku ji bo aştî, demokrasiya rastîn û çareseriya siyasî gavên şênber werin avêtin. Ew kes dibêjin ku pêşxistina her timî ya nêrîna leşkerî û ewlehiyê dikare rê li pêşveçûna demokratîk bigire. Li gorî wan, pêşeroja Tirkiyeyê divê li ser bingehên demokrasiya berfireh, diyalog, mafên mirovî û lihevhatina civakî were avakirin.

Dema ku em li herêma Rojhilata Navîn dinêrin, şer û pevçûnên ku hîn jî didomin, tengeziya navbera Îran û Îsraîlê, şerê Ukraynayê û guhertinên stratejiya ewlehiyê ya NATOyê girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê zêdetir kirine. Ji ber vê yekê, her gav û biryara leşkerî yan ewlehiyê ya ku li Tirkiyeyê tê avêtin, ne tenê ji aliyê siyaseta hundirîn ve, lê her wiha ji aliyê hevsengiyên navneteweyî û pêwendiyên herêmî ve jî divê were nirxandin.

Îro gelek pirs li navenda nîqaşan de ne:

Hebûna leşkerî ya NATOyê li Tirkiyeyê di kîjan ast û çarçoveyê de berfireh dibe?

Pergala SAMP/T ya li Konyayê hat bicihkirin dê demkî bimîne yan jî dê bibe beşek ji planek demdirêj?

Çawa dikare di navbera ewlehiyê û maf û azadiyên demokratîk de hevsengiyek rast were danîn?

Û ya herî girîng, çawa dê bersiv ji hêviyên gel yên aştî, demokrasiya rastîn û lihevhatina civakî re were dayîn?

Di demên bê de, hem pêşveçûnên ku di Civîna NATOyê de dê derkevin holê û hem jî gavên ku hikûmet di warê ewlehiyê û demokratîkbûnê de dê bavêje, dê bersivên van pirsan zelaltir bikin û rêya pêşeroja welêt bêtir aşkere bikin.