Çend gotin li ser Marjane û Persapolîsê

Gelek kes ji me, Marjaneyê bi xêzên fîlmên kartonî yên ku zarokeke keç li kolanên Îranê dimeşe û li hember muhafizên rejîmê bersivên wêrik dide, bi bîr tîne. Persapolîs tê zanîn ku ji perspektîfa jinekê li ser şoreşa Îranê ye.

1 deqe xwendin
Çend gotin li ser Marjane û Persapolîsê

Dema em di şert û mercên îro û van çend salên dawîn de, berê xwe bidin nerazîbûn, xwepêşandan û serhildanên gel ên li Îranê, bêguman em ê bibînin ku bingeha xwe ji berxwedana jinên aktîvîst, nivîskar, derhêner, hunermend, şoreşger digire. Em dikarin navên wek Mîna Xanim, Şîrîn Elemhulî,  Leyla Qasim, Tahmîneh Mîlanî, Rehşan Benitimad, Furûx Furûxzad, Marjane Satrapî, Merziya Rezazî û navê bi hezaran jinên ji Îran û rojhilatê Kurdistanê rêz bikin.

Bêguman piştî şoreşa 79an desthilatdariya rejîma Îranê mafê mirovan tarûmar dike û ev yek tesîra xwe li tevahiya vê axê dike. Aliyên qanûnî jî di nav de, bi taybetî jî li her qada jiyanê mafê jinan tê binpêkirin. Jixwe di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’yê de ew pêşengtiya jinan û bi hejmara herî zêde tevlêbûna jinan jî ev yek şênbertir kir û li tevahiya cîhanê jî bi wî awayî kete rojevê. Wek ku di destpêkê de jî me anî ziman, bi înad, bawerî, têkoşîn û berxwedana bi hezaran jinên ji dîrokê heta şoreşgerên ku ji 40 salî zêdetir e li çiya û taxên rojhilatê Kurdistanê li ber xwe dayî de bingeha şoreşa Jin Jiyan Azadiyê hat avêtin û îro jî em dibînin ku rejîm êdî bi xwîna gelê xwe ketiye û nikare êdî wek çend salên berê xwe tev jî bide. Bêguman ev qelsbûn û hejandina rejîma xwînmij bi deng û rengê Jin Jiyan Azadiyê ber bi belavbûnê ve diçe û jixwe ev yek jî ber bi çav e êdî. 

Jineke afirîner: Marjane

Di vê naverokê de ez  dixwazim ji we re qala derhêner û nivîskara bi nav û deng Marjane Satrapî bikim ku bi fîlmê xwe yê bi navê Persapolîsê di sînga desthilatdariya rejîma Îranê de kuncalekê vedike. Bila gotina me ya destpêkê li ser berhem û afirîneriyên wê be, ne li ser mirina wê ya ji ber dilê xemgîn koç kirî.

Gelek nivîskar, aktîvîst, derhênerên cîhanê ji bo Marjaneyê gelek tişt gotin û nivîsîn; destpêka axaftinên wan  xemgîniya ji bo jineke wek Marjanayê bû û bêguman ji bo mirina wê ya ji nişka ve ku ji aliyê malbatê ve jî hatî gotin ‘dilê wê êdî nikarîbû xemgîniyê hilgire’. Çûyîna wê ya ji ber xemgîniyê bêguman mirov jî xemgîn dike. 

Gelek kes ji me, Marjaneyê bi xêzên fîlmên kartonî yên ku zarokeke keç li kolanên Îranê dimeşe û li hember muhafizên rejîmê bersivên wêrik dide, bi bîr tîne. Persapolîs tê zanîn ku ji perspektîfa jinekê li ser şoreşa Îranê ye. Di her xêz û diyalogeke Persapolîsê de em zaroktiya Marjanayê ya li ber siya ‘Şoreşa Îranê’ derbas dibe dibînin. Ev otobiyografiya Marjane ya neklasîk dibe dengê hemû zarok û jinên li Îranê û dibe neynika penaberên ku piştî zordestiya desthilatdariyê berê xwe dane Ewropayê û welatên din ên cîhanê.

Dema em berê xwe didin zaroktî û jiyana Marjanayê bêguman mirov liv û tevgera jineke li hember mêrperestî û desthilatdariyê dibîne. Marjane di sala 1969an de li bajarê Raştê yê Îranê tê dinê. Malbata wê di nav 20 rojan de berê xwe dide Tehranê û Marjane heta 14 saliya xwe jî li wir dimîne. Hê di vî temenê xwe de muzîkên ku ji aliyê rejîmê ve hatî qedexekirin dikire, guhdar dike. Ji ber vê yekê muhafizên rejîmê wê dişopînin. Li gel vê yekê jî ew her diçe li hember qanûna rejîmê yên wek ‘jinên bi îffet’ê serî natewîne. Malbat ji ber serhildêriya keça xwe ditirse ku dê tiştek bê serê wê. Hê di wî temenê xwe de ew ne ji muhafizên rejîma Îranê ne jî ji qanûna ku zarokên keç têxist bin tesettûrê-çarşefê re rê venedikir û her li ser a xwe bû. Êdî dê û bavê wê çareyê di şandina wê ya derveyî bajêr de dibînin û berê wê didin Fransayê. 

Di sala 1983yan de diçe Viyanayê û piştre derbasî Awûsturyayê dibe. Li vir di temenê xwe yê 14-15 saliyê de hewl dide wek jineke ciwan li ser lingê xwe bisekine ê perwerdeya xwe biqedîne. Li nîvê Ewropayê jî rastî gelek zehmetiyan tê û dem bi dem bê mal jî dimîne. Pênabertiya ku bi her awayî zehmet bû, dema mijar dibû jin deh qat zêdetir dibû. Di 21 saliya xwe de careke din berê xwe dide Tehranê û li wir bi gaziyekî re dizewice ku ji şerê Îran-Iraqê filitiye. 3 sal şûnde jê vediqete û careke din berê xwe dide Fransayê. Di vê vegera xwe de Marjane dest bi çîroka Persapolîsê dike û bi xêzan di serê sala 2000-2004an de pêşî bi zimanê fransî piştre ji bi ingilîzî diweşîne. Di demeke kurt de ev xêzeromana wê ya ku balê dikişîne ser zor û zehmetiyên jiyana rojane, evîn, zayendî zewaca jinên li Îranê, di demeke kurt de belav dibe, tê nasîn û di rêza 47 û 48an de xelatên wek pirtûka herî baş a 21em digire. Marjane çend sal şûnde biryar dide û bi heman navî Persapolîsê jî têxe senaryo û bi şêweya xêzefîlm, filmê vê çîrokê dikişîne. Di sala 2007an de jî xelatekê ji festîvala Cannesê werdigire.

Êdî piştî Persapolîsê jî gelek pirtûk û fîlmên wek Neqş û Dirûtin ( Embroideries), Jin Jiyan Azadî (Women Life Freedom), Radyoaktîf (Jiyana Marie Curie), Li Benda Ezraîl (Poulet aux Prunes)… û hwd. derîne. Bi  taybetî dema em dêhna xwe didin pêvajoya sala 2023yan ku bi kuştina Jîna Eminî li Rojhilat û Îranê pêla şoraşa Jin Jiyan Azadiyê dest pê kirî jî Marjane wan kêlî û hîsên xwe nû dike û berê xwe dide ser xêzên piştperdeya serhildana jinan.

Bêguman derheqê xêzefîlm, xêzeroman, penaberî û derhênertiya Marjaneyê de mirov dixwaze bênavber binivîse. Em dizanin ku bi hewldan, berxwedan û di encama bi dehhezaran jinên wek Marjaneyê de çewisandin, tunehesibandin, tundî û zayendperestiya li ser jinên li Îran û tevahiya Rojhilata Navîn, dinya haydar dibe.