Rêwîtiya Tiblîsê û gorên Şikoyê Hesen û Keremê Anqosî
Li ser wan rêyên ku Keremê Anqosî, Yûsif Kamil Bedîrxan vekirine, Tiblîs wê wekî yek ji kelehên herî xemgîn lê herî serbilind ên bîra kurdan, bimîne.

Gulan Mizgîn
Nasnameyeke di navbera arafê û neteweyeke di bîranînan de: Ev pênaseya kurdên Tiblîsê ye!
Tê gotin her ger û geşt, hinekî jî kifşkirina mirov a hindirê xwe ye. Lê hinek rêwîtî jî hene ku mirov dikişîne û datîne nîve dilê bîreke kûr. Helbet behsa bîra sedsalan dikim. Gurcistana ku min di rojên borî de berê xwe da yê, ji bo min tam bîreke wiha bû. Ez bûm mêvanê cîhana kurdên bi eks û inyad, girêdayî kevneşopiyên xwe lê bi heman rengî di navbera herdu cîhanan (arafê) de mayî… Behsa kurdên êzidî û filehan (xiristiyan) dikim. Ew kurdên ji serdema Împaratoriya Osmanî û vir ve ketine ser rêyên sirgunê.
Dema mirov gava xwe diavêje wir, hesteke nas li dilê mirov bar dibe. Hesteke wiha bihêz e dikare hemû sînorên çêker pûç bike. Di her rûyê ku min didît û di her gotinê de, min kesayetiya Serhedê ya hişk, tûj û jidil pir zelal didît. Sedsal, çar nifşê qerase û sînorên mezin ketibûn navbera me. Lê bertekên zimanê dayikê, ew jest û mîmîkên ku bêyî hemdê xwe bikartanîn, parastina xislet û reseniya xwe ya roja pêşîn nîşanî min didan.
Sedemeke vê bîra kûr heye ku ew ruh hîn jî li kolanên Tiblîsê digere. Çinareke mezin heye temenê xwe feda kiriye da ku gelê wî asîmîle nebe. Di nava civaka kurdên êzidî yên li Tiblîsê de girîngtirîn rewşenbîrekê ku ji bo ziman, çand û hunera miletê xwe xizmet kiriye. Navê wî Keremê Anqosî ye.
Keremê Anqosî di sala 1975an Komeleya Ciwanên Kurd ava kiriye. Di bin banê vê komeleyê de, komên govendê avakiriye, bingeha şanoya kurdî ya li Tiblîsê daniye. Di sala 1978an de di bin banê Radyoya Dewletê ya Gurcistanê de weşanên kurdî kirine. Heta sala 2004an berdewam kiriye. Mirov dikare bibêje bûye deng û bêhna civaka kurd a li Tiblîsê. Niha hûn dibên Keremê Anqosî berê xwe daye çendîn şaxan ne wisa? Govend, şano, ziman, nivîs, perwerde û hwd. Ya rast metirsiyeke tal e ev. Metirsiya parastin û belavkirina zimên û çanda xwe ye. Keremê Anqosî di 2019an de koça dawî kir. Serdana gora vî rewşenbîrê kurd, yek ji kêliyên herî hestiyar ên rêwîtiya min a Tiblîsê bû. Weke ciwaneke kurd ez jî li ber sere wî rûniştim û min çend kelaman jê re kir. Min pir dixwest ku ez pê re jî rûnim, guh bidim hestên wî û wê vebêjiya wî ya dewlemend ji dengê wî bi xwe bibihîzim. Lê êdî wê berê min li nivîsên wî be.
Hîn zêde di ser de neçû min dît ku ev bîra di kolanên Tiblîsê de, di esasê xwe de hîn jî demarekî zindî ye. Serê sibê min gavên xwe ber bi Komeleya Ronayî ve diavêtin (ku li Tiblîsê ew komele bûye warê kurdên civaka êzidî û filehan) di rûniştina berbangê de ez rastî karkerên şaredariyê hatim, kolanan paqij dikirin. Dema ez di ber wan re derbas bûm, bihîstina dengê wan ê ku ne bi dizîka û bi pistepist, bi herikeke xwezayi ya kurdî bi hev re dipeyivîn. Ew kedkarên ku di serê şeveqê de, bi sivnika di destê xwe de barê vî bajarî dikişandin, bi zimanê dilê xwe dibûn hawarek û tev li geremola Tiblîsê dibûn. Sebr û hedara min nehat, min xwe nêzîkî wan kir û min bi zimanê şêrîn ê dayika xwe silav da wan: 'Roja we bi xêr!' Qet naçe ji ber çavên min; di wê bîskê de li ser rûyê wan kenekî dilnişîn, hinekî şaşbûyî lê bibişirîneke ji dil bersiva silava min dan ‘’Xêr û silamet xwişka delal’’. Ev silava me ya bi heman zimanî û bi heman hestî, her du cîhanên ji hev cuda bi derbekê de kir weke hev. Min ew rûyên wan ên bi ken û geş li dû xwe hişt û min li ser rêya xwe berdewam kir. Ez gihaştim ber deriyê Komeleya Ronayiyê û min li derî xist.
Komeleya Ronayî, ji bo ziman, çand û hunera civaka kurdên Gurcistanê hatiye damezirandin. Di wan kêliyên ku min li komeleyê derbas kirin de, ez bûm şahidê wê keda hûr û kûr ya kurdên êzidî ji bo parastina çand û zimanê xwe didin. Îro ew ala ku ji Keremê Anqosî mayî, ji aliyê birazîka Keremê Anqosî, xanima bi navê Inga Anqosî ve bi serbilindî tê hilgirtin.
Mêvaneke/î ku ji derve bê, bi kelecan û dilgermiyeke mezin mazûvaniya wan dikin. Hesteke ecêb ê xwedîderketinê ye ev. Belê, li gor wan mêvanek ji cihên dûr hatibû, lê ji ber ku wan dizanibû ew cihên dûr rojek ji rojan aîdî wan bi xwe bû, mirov wekî mêvanekî hembêz nedikirin, wekî xwediyê malê mirov hildigirtin nava dilê xwe. Piştî me hev nas kir û civatê gerand, mirov digot qey bi salan e em hev nas dikin an jî xizmê hev in. Gava min ew mazûvaniya bêsînor dît, min nikaribû daxwaza dilê xwe bigirim û min pirsî: “Hûn dizanin ew xak ya we ye jî, lê çima hûn venagerin?’’ Hema bêje ji hemûyan bersiveke hevpar hat; bersiveke wiha ku hişê mirov tevlîhev dikir û deriyên ramanên kûr ên sosyolojîk û psîkolojîk li ber mirov vedikir. Inga bersiva min da û got "Xwişka Gulan hema bêje sê-çar nifş in em li vir in, êdî em xwe wekî parçeyekî vî bajarî hîs dikin. Ez bi xwe carekê hatim welat. Ew jî baş negeriyam, zêde lê nemam. Lê gelek hevalên me hene her cara ku diçin welat, hezar hestên manevî hîs dikin, lê dîsa jî wisa xuya dike ku warê me Tiblîs e. Hestekî derûnî yê ku em nikarin bi gotinan pênase bikin’’. Nakokiyeke wiha ye ku hişê mirov di fêmkirina wê de teng dimîne. Ew hejmara zêde ya demên pêşîn ên sirgunê, her çend bi koçkirina ber bi Rûsya, Ermenistanê û hinek jî Azerbaycanê ve bi demê re kêm bûbe jî, niha li Gurcistanê nêzî 12 hezar kurd dijîn. Ew bi kela yekbûnê hebûna xwe diparêzin.
Lê tu bikî nekî belavbûyînek hebû li wê derê. Xwe bi xwe civatek li wir avakirine û bi tenê bi çanda ezdayetiyê re dijîn. Ji her bûyerên welat dûr in. Bêguman ev qutbûn û belavbûyîn, xwe di rûpela rastnivîsîna ziman de jî nîşan dida. Serokê komeleya Ronayî Zaza Kalashov pirtûka gramera kurdî diyarî min kir ku ew bi xwe ji wê pirtûkê xwe perwerde dikin. Min çavên xwe li rûpelên wê gerand. Min dît ku ew nîqaşên li ser rastnivîs, rêzimana kurdî ku ev demeke dirêj e bi taybet li Bakur tên kirin, hîna dengê xwe negihandine vê civaka kurd ya li Tiblîsê. Ev rastî pir zelal xuya bû. Civaka li Tiblîsê zêdetir alfabeya gurcî yan jî rûsî bikartînin. Di pirtûkê de li şûna zimanê nivîsê yê standard, her tişt wekî ku tê axaftin û li gorî devoka wan ya herêmî hatibû nivîsandin. Wekî nimûne; li şûna ku binivîsin "min xwarin xwar", nivîsandibûn "min xarin xar’’. Çawa diaxivîn wiha jî nivîsandibûn. Fikarên min wekî xunavê bi ser dilê min de barîn: Gelo standartkirina zimên di zimanê kurdî de şert e? Ma heke em her herêmekê bi deng û şêwaza wê ya xwemalî neparêzin, ew kaniya zimanê kurdî ew ê rojekê neçike? Gelo hewce ye em devokan bikujin?
Di nava van xirecirên pirsan ku hişê min tevlihev dikirin, Inga Xanimê berdewam kir: " Gurcî, berê wekî xwediyên van xakan ên resen li me dinêrîn lê niha li gelek cihan, her çend bi aşkere xwe nîşan nedin jî, wekî mirovên duyemîn, ango muameleya penaberan li me dikin. Di demekê nêz de min şikestineke mezin jiya li vê derê. Wek ku hûn jî dizanin serê îsal ji aliyê çeteyên HTŞ eriş li Rojava hat kirin. Civaka êzidî xwestiye li ber parlementoya Gurcistanê li dijî van êrişan daxuyaniyekê bide lê destûr nedane wan ku daxuyaniya çapemeniyê bidin. Îngayê got: "Bi rojan giriyam, pir li zora min çû. Çend nifş in em li vê derê ne, bi ya min êdî heqê me bi vê hebû..." dema ku wiha digot, çavên wê xeyd û qehrê rasterast dida dest.
Dîsa jî, ew coşa jiyanî ya di dilê wan de pir naîf û berxwedêr e... Înga Xanim berdewam dike li ser axaftina xwe: "26ê gulanê roja serxwebûna Gurcistanê ye û min ev roj her tim bi coşeke Newrozê pejirand û pîroz kir. Lê belê em Newrozên xwe ev çend sal in ne li kolanan, di salonan de encex bi çalakiyên piçûk dikarin pîroz bikin. Hêj em nikarin agirê rastî pêxin, em dîmenekî agirê ji ekranê vedikin û li ber radibin govendê." Ew kenekî şikestî yên ku piştî van gotinan di rûyê wê de xwe vedayî wê qet ji hişê min neçe. Lê bêguman her ew girêda wan a çandê tenê li dora agirê li ber ekranekî be jî her tim çanda xwe jiyîne û dana jiyîn.
Goristana Tiblisê wek mûzeya vekirî ya dîroka berxwedan û rewşenbîriya êzidiyan bû. Ji min re gotin ku divê tu her ser gora Bedirxan jî ez şaş mam û min pirsî: “Kîjan Bedirxan?” Çîroka ku wan vegot, dîplomasiya bêsînor a sirgûnê nişanî mirov dida. Kurê Mîr Bedirxan; siyasetmedar perwerdekar û nivîskar Yûsif Kamîl Bedirxan… Yûsif Kamîl di dema osmaniyan de qeymeqamtiyê dike, ji ber serhildana Bedlîsê tê girtin û bidarvekirinê ve tê darizandin. Piştre rêyeke wê dibine ji Stenbolê direve xwe dispêre keştiyeke fransî. Paşê jî bi Çarê Rûsyayê re têkiliyên dîplomatîk datîne û di sala 1915an de tê Tiblisê û li vir ji bo zarokên kurd dibistaneke bi kurdî vedike. Wek serokê komelaya Ronay Zaza Kalavshov jî dianî ziman: “Rêya kîjan kurdî bikeve Gurcistanê dive teqez serdana Yûsif Kamîl Bedirxan jî bike.”
Êdî di rêwitiya min a mayî de vê carê jî min berê xwe da ser gora helbestvanê nemir ku navê wî bi van gotinên helbesta wî ya “Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tîgran ve jî her gotineke wê di qaqerîşka gohê me de mayî. Dil dixwest ku here ser gora dengbêj Şêroyê Biro û kulmek ji axa wî ji rake. Lê ligel ku kolan bi kolan, mezel bi mezel em geriyan jî me tirba wî nedît. Bêguman vê yekê ez hinekî hêrs jî kirim ku kesayetekek wek Şêroyê Biro çima cihê tirba wî ne diyar bû. Diviya bû di labîrentên bîrê de winda nebûya.
Bêguman di van hevdîtinan de gelek bûyerên birînên sedsalî şikestînên dirokî jî min dibihîstin. Gelek kesên ku ez bi wan re axivîm; dianîn ziman ku ji dîrokê heta îrorojê kurdên êzidî ji destê kurdên misliman pir zêde kişandine, zext û fermanên giran li ser wan hatine meşandin.
Dema ez ji Tiblisê veqetiyam min digot tene ez ê di çenteyê xwe de bîranînên geştê, kom bikim. Lê min hew meyzand ku ez bi bîra sirgûnê, eydiyetê û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdan hatine meşandin, vedigerim. Û li ser wan rêyên ku Keremê Anqosî, Yûsif Kamil Bedîrxan vekirine, Tiblîs wê wekî yek ji kelehên herî xemgîn lê herî serbilind ên bîra kurdan, bimîne.


