10 salên li ser rêyekê: Leyla Erşek
Leyla Erşek a dayika Sabahat Erşek ku di dema qedexeya derketina derve ya li Hezexê de jiyana xwe ji dest da, ev 10 sal in her hefte 25 km rê diçe Deştadarê, bajarokê ku keça wê lê hatiye veşartin.

Neslîhan Kardaş
Gelê kurd li ser axa xwe şahidiya trajediyên bêhejmar kiriye. Her yek ji van trajediyan şopa xwe hiştiye, her yek ji wan şêwazên berxwedan û mîrateyên cuda li dû xwe hiştine. Lêbelê yek mîrateya hevpar berxwedan bû. Sabahat Erşek (Jiyan Hêlîn Koçer), ku di sala 1985an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayik bûye, yek ji wan jinan bû ku ala berxwedanê di nav jinên kurd de hilgirt û bilind kir. Sabahat Erşek yek ji wan jinan bû ku di dema qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê yên di navbera salên 2015 û 2016an de hat kuştin. Ji ber qedexeyên derketina derve, malbata Sabahat Erşek, ku li Hezexê dijiya, nekarîn keça xwe li navçeyê veşêrin û ew li bajarokê Deştadarê veşart ku bi qasî 25 km dûr e.
Leyla Erşek ya ku ji ber qedexeyê nekariye keça xwe li navçeya ku lê dijî defin bike her hefte tevî baran, berf û sermayê jî ev 10 sal in diçe ser gor keça xwe ya li Deştadarê. Bi her serdanê re, çîroka dayikekê ku jiyaneke kurtkirî, gotinên dawîn ên negotî û salên êşa bêdawî hildigire ser xwe, mîna berxwedanekê li dijî jêbirina bîranînan ku li herêmê digel qedexeyan mezin bûye, berdewam dike.
Leyla Erşek dibêje ku êşa herî mezin çûyîn bixwe ye. Ew dibêje dema keça wê çû, wê dizanibû tenê laşê wê dê bimîne.
Leyla Erşek li ser keça xwe Sabahat Erşek û jiyana xwe axivî ku di 10 salên borî de di navbera bajar û gund de derbas bûye.
Jiyana wê her tim li ser têkoşînê bû
Leyla Erşek da zanîn ku keça wê Sabahat Erşek berî mirina xwe du salan di girtîgehê de maye û ev tişt anî ziman: "Piştî ku ji girtîgehê derket, jiyana wê her tim li ser têkoşînê bû. Wê her tim xwe sûcdar dikir, difikirî ku wê ji bo gel tiştek nekiriye. Çend sal şûnde, ew tev li PKKê bû. Ew du salan li çiyayan ma. Piştre hat Hezexê. Ew 6-7 mehan li Hezexê ma. Min qet nizanibû ku ew hatiye bajêr. Wê ev ji me veşart. Dûre rojekê ew hat taxa me. Wê em dîtin, lê ew qet li malê bi me re nema. Dema ku mirovan jê dipirsî çima ew li cem dê û bavê xwe namîne, wê jî digot, ‘Hevalên min hene, ez çawa dikarim li cem dê û bavê xwe bimînim?'"
Heke wesayît tune be dimeşim
Leyla Erşek, diyar kir ku qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê hatine ragihandin Hezexê jî di nav xwe de digirin û di vê qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest daye û got: "Ji ber ku li Hezexê qedexeya derketina derve hebû, me nekarî wê li wir veşêrin. Ji ber vê yekê me ew li vir veşart. Me demek berê ji bo ku cenazeyê wê bibin wir serî li dozgeriyê da, lê me hîn jî bersivek erênî wernegirtiye. Ez êdî nikarim biçim û werim, ez pîr dibim. Carinan ez her hefte, carinan her du hefteyan carekê têm. Dema ku ez wesayîtekê dibînim, ez bi wesayîtê têm, lê carinan dimeşim. Niha ez di çûn û hatinê de gelek zehmetiyan dikişînim."
Bila aştî were avakirin
Leyla Erşek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Niha behsa pêvajoyek aştiyê tê kirin. Ez jî piştgiriyê didim vê pêvajoyê. Ez dixwazim aştî were avakirin û em hemû bi aştî bijîn. Ez dixwazim birêz Abdullah Ocalan azad be û bi gelê kurd re be."


