Statuya siyasî nebe nabe
Hevserokê DBPê yê Wanê parêzer Cemal Demîr bal kişand ser nakokiyên di navbera hikûmetê de û da zanîn ku heta statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a siyasî neyê diyarkirin, pêvajo rast nameşe.

Daristan Pala
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de bangeke dîrokî kir û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin. Li gorî bangê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 5-7ê gulana 2025an de kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û xwe fesix kir. Piştre komek ji gerilayan di 11ê tîrmehê de li başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin û ji bo pêvajo bi pêş bikeve gavên şênber avêtin. Tevî van gavan jî dewletê û hikûmeta AKPê ti gavên şênber neavêtine û tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî didome. Nêzî 2 meh in ne parêzeran ne jî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û ev yek di nav civakê de bêbaweriyê çêdike.
Hevserokê DBP yê Wanê parêzer Cemal Demîr ku demekê parêzeriya Abdullah Ocalan jî kiriye, polîtîkayên tecrîdê û bêdengiya dewletê û AKPê nirxandin û bal kişand ser gavên qanûnî.
Cemal Demîr ewil bal kişand ser mafên girtiyan û diyar kir ku di hiqûqa Tirkiyeyê de nav û mafên girtiyan hene. Cemal Demîr anî ziman ku çi hikûmxwar be û çi girtî be ferq nake, mafê wî heye ku dem bi dem bi malbat, parêzer û derdora xwe re têkiliyê deyne û got: “Ev yek di qanûna înfazê de hatiye çêkirin. Ji dema birina wî ya grava Îmraliyê û vir ve, ti carê li gorî qanûnê mafê Rêberê Gelê Kurd ê hevdîtina bi parêzer û malbatê re û mafên ragihandinê nehatiye misogerkirin. Her tim hatiye astengkirn.”
Tecrîd didome
Cemal Demîr bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam e û ev tişt got: “Her çend tê gotin ku pêvajoyek dest pê kiriye jî, tecrîd dîsa didome. Parêzer nikarin bi rêkûpêk biçin hevdîtina muwekîlê xwe. Malbat û heyetên siyasî jî nikarin biçin. Du meh in heyet neçûne. Ev yek di pêvajoyê de astengiyeke mezin derxistiye holê. Gava em ji aliyê hiqûqî û zagonî ve lê dinihêrin, ev rewş bi temamî li dijî qanûn û hiqûqê ye û di ti qanûnê de cihê vê nîn e.”
Divê şertên ziyaretan bên avakirin
Cemal Demîr behsa rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de kir û axafitna xwe wiha berdewam kir: “Lê, gava em li gorî ruh û herikîna pêvajoyê binirxînin, ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve û bigihîje encamê, divê di serî de şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan guncav bin. Divê derfet bên çêkirin ku heyet, malbat, parêzer, rewşenbîr, akademîsyen û rojnamevan bikaribin biçin serdanê da ku ev pêvajo li gorî rêzikname û rêbazên xwe bi pêş ve biçe. Mixabin, heta roja îro, tevî ku salek û nîv di ser re derbas bûye jî, di çarçoveya vê pêvajoyê de ti hevdîtin çênebûne û ev astengî her berdewam in.”
Serokatî gavên dîrokî avêtine
Cemal Demîr da zanîn ku ji bo rêya pêvajoyê vebibe divê demildest heyata Îmraliyê, parêzer û malbata wî biçin hevdîtinê û ji rewşa wî agahdar bibin. Cemal Demîr destnîşan kir ku pêdivî heye ku fikr û ramanên Abdullah Ocalan bên wergirtin û wiha pê de çû; “Ji aliyê Serokatî ve her tim gavên pir dîrokî hatine avêtin. Ji ber vê yekê, divê desthilatdariya AKP-MHPê li gorî wan sozên ku di serî de dabûn gel û raya giştî tevbigere.”
Nakokiyên di nav dewletê de
Cemal Demîr bal kişand ser nakokiyên di nav dewletê de û got: “Di serî de jixwe di nav hikûmetê de nakokî hebûn. Dewlet Bahçelî tiştek digot, Erdogan bixwe bêdeng dima, lê berdevk û şêwirmendên Erdogan li şûna wî diaxivîn û pir caran tiştên zelal nedigotin. Ev bixwe nakokiyeke mezin a navxweyî bû. Çawa ku tê bîra me, Dewlet Bahçelî di destpêkê de got, ‘Bila Rêberê Gelê Kurd were meclisê, li wir nûnertiya partiya xwe bike, biaxive û em vê pirsgirêkê li zemîna meclisê çareser bikin.’ Ev nêzîkayetiyeke hiqûqî û girîng bû, lê mixabin heta roja îro li gorî wê axaftinê nehat meşandin.”
Bêyî Abdullah Ocalan pêvajo nameşe
Cemal Demîr destnîşan kir ku mixatabê sereke yê muzakereyan Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Bêyî wî ev pêvajo bi pêş ve naçe. Lê li vê derê hevsengî û wekhevî nîn e; hikûmet her tiştî dike, lê nahêle ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tà tiştî bike. Bahçelî behsa avakirina koordînasyoneke aştiyê û pêvajoyeke siyasî kir ku Serokatî li ser wê be, lê belê daxuyaniyên wî yên dawî bi xwe re nakokiyan dihewînin. Ji ber ku Dewlet Bahçelî tenê daxwaza danîna çekan û tasfiyekirina rêxistinê dike. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin; ji ber ku ev mesele ne tenê meseleya çekberdanê ye, ev pirsgirêkeke sedsalî ye. Ji bo vê yekê, divê hiqûqa Rêberê Gelê Kurd zelal bibe, statuya wî ya hiqûqî bi qanûnan bê qebûlkirin da ku ew jî bikaribe li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere. Heta ku statuya wî diyar nebe, ev pêvajo qet bi pêş ve naçe.”
Qonaxa duyemîn guhertina qanûnan e
Cemal Demîr behsa qonaxa duyemîn a pêvajoyê jî kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Hêvî û daxwaza gelê me ew bû ku piştî qonaxa yekemîn ku rawestandina şer û aliyê leşkerî bû, êdî derbasî qonaxa duyemîn bibin. Qonaxa duyemîn guhertina qanûnan e; divê di qanûnên înfazê û zagonên demkî de li zemîna meclisê guhertin çêbûna. Lê heta îro di vî alî de astengî hatin derxistin ku ev dibe sedema xitimandinê.”
27 sal in qanûnê îhlal dikin
Cemal Demîr herî dawî tecrîd bi nederxistina qanûnan ve girêda û got: “Heta ku qanûneke bingehîn çênebe, tecrîd li gorî kêf û berjewendiyên desthilatdariyê tê meşandin. Dilê wan û berjewendiyên wan çi bixwazin, li gorî wê tevdigerin. Heke îro qanûnek derketiba û statuya Rêberê Gelê Kurd zelal bibûya, tecrîd nedima. Tecrîda heyî encama vê bêqanûniyê ye. Rast e, qanûna înfazê ya giştî heye, lê ev 27 sal in ku li dijî wê qanûnê tevdigerin. Ji ber vê yekê, divê li gorî şert û mercên Serokatiyê qanûneke taybet derkeve û statuya wî ya hiqûqî misoger bibe da ku ev tecrîd bi temamî ji holê rabe. Heta ku ev nebe, gava dilê wan bixwaze dê bi mehan tecrîdê giran bikin û nehêlin ne parêzer, ne heyata DEM Partiyê û ne jî malbat hevdîtinê bikin.”


