Platforma Saziyên Demokratîk: Vekişîn bi qîmet e
Amed – Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî vekişîna gêrîla li Amedê daxuyanî da.

Amed – Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî vekişîna gêrîla li Amedê daxuyanî da. Li ser navê platformê Endamê Kongreya Îslama Demokratîk(DÎK)ê Mehmet Emîn Ay diyar kir ku ew vekişîna gêrîla bi qîmet û girîng dibînin.
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya PKKê de li Qendîlê di 26ê Cotmehê de bi tevlêbûna 25 gerîlayan daxuyanî da çapemeniyê û bir vekişînê aşkere kir. Piştî vekişînê gelek saziyên civakî û demokratîk piştgirî dan vê gavê.
Platorma Saziyên Demokratîk jî li Qonala Îskender Paşa ya Sûra Amedê têkildarî vekişîna gêrîla ya di 26ê Cotmehê de civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de li salonê pankarta mezin a li ser “Her gavek ji bo aştiyê, Her gavek ji bo civaka demokratîk, Bi gavên yekalî çênabe çareserî” vekir. Endamên Platformê ku ji nûnerên TJA, OHD, DBP, DEM Partî, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û DÎKê û nûnerên gelek saziyên demokratîk amade bûn.
Li ser navê Platformê Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mehmet Emîn Ay daxuyanî da. Mehmet Emîn Ay diyar kir ku vekişîna gerîla pir bi wate û bi qîmet e.
Mehmet Emîn Ay diyar kir ku ew Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, ku zêdeyî salekê ye berdewam dike, ji bo paşeroja gelên me wekî qonaxek dîrokî dibînin û wiha got: “Ev pêvajo, ji destdayîna hev a sembolîk lê watedar a di vekirina Meclîsê de di 1'ê Cotmeha 2024'an de heta îro, bûye şahidê geşedanên girîng ên ku wê di bîra civakî ya me de şopên kûr bihêlin.”
Mehmet Emîn Ay, da zanîn ku li gorî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê eşkere ragihand û got: “Tevgera azadiyê bidarxistina kongreya xwe ya rêxistinî, biryara betalkirinê (fesih) girt û li dû vê biryarê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ev gav, ne tenê veguherîneke rêxistinî, di heman demê de deriyê serdemeke nû vekir ku tê de siyaseta demokratîk, çareseriya civakî û lihevhatina demokratîk pêş tê.”
Mehmet Emîn Ay, anî ziman ku hevdîtina Îmraliyê ya di 27ê Sibatê dehat kirin û li dû wê jî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", daxuyaniyeke dîrokî bû ku zimanê aşitiyê û zemîna siyaseta demokratîk kûr kir û wiha berdewam kir: “Gotina Rêzdar Ocalan a ku di vê bangê de anî ziman, "Lihevhatina demokratîk rêbaza bingehîn e", meyla rastirîn a ji bo paşerojê îfade dike.
Gotina Rêzdar Ocalan a ku di daxuyaniya xwe ya bi dîmen (vîdeo) de ya di 9'ê Tîrmehê de anî ziman, "Ez ne bi hêza çekê, lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im", ji bo gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê nexşerêya aştiyeke mayînde nîşan dide.
Bê guman yek ji gavên herî krîtîk û pêşketî yên vê pêvajoyê jî biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ji axa Tirkiyeyê ye ku di demek nêzîk de, ango di 26'ê Cotmeha 2025'an de, hate dayîn. Ev biryar, careke din samîmiyeta pêvajoyê, baweriya bi aşitî û çareseriya demokratîk derxistiye holê. Biryara vekişînê ji bo lezdayîna pêvajoyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye.”
MehmetEmîn Ay, li ser rista dewletê jî rawestiya û got: “Niha dor hatiye ku dewlet ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ya 52 salî û di vê qonaxa derbasbûnê de entegrasyona li ser zemîna siyaseta demokratîk gengaz bike, qanûnên hemweletiyên azad, civaka demokratîk û sivîl bîne cih. Gavên dîrokî yên ku hêzên Tevgera Azadiya Kurd heta niha avêtine, ji bo bicihanîna van hemûyan qadeke gelekî hêja vekirine. Di warê zemîna sazîbûnê ya pêvajoyê de jî gavên girîng hatine avêtin; li Meclîsê bi tevlîbûna hemû partiyan Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hate damezrandin û îradeyeke ku zemîna siyasî ya aştiya civakî xurt dike derxist holê. Lê belê heta niha komîsyona hatî avakirin bi Rêzdar Ocalan re ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, pêşengê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk bi perspektîfa çareseriyê pêşxistiye, hevdîtin nekiribe, ji bo gelê Kurd û gelên din nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; ji bo ku Rêzdar Abdullah Ocalan bi hemû beşên civakê re li ser pêvajoyê nîqaşên saxlem


