16emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê elewî anîn cem hev

16emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ku li Frankfurtê tê lidarxistin, tevahiya du rojan Dersimî, Elewî û hêzên demokrasiyê anî ba hev.

1 deqe xwendin
16emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê elewî anîn cem hev

16emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ku li Rebstockparka bajarê Frankfurt ê Elmanyayê tê lidarxistin, di 5-6ê Hezîranê de bi tevlîbûneke zêde pêk hat. Festîvala ku bi şîara “Bi hev re ber bi Dersima Demokratîk û Xweser ve” de daxwaza “aştiya bi rûmet” hat lidarxistin, li gel çalakiyên çandî, bi panel, hevpeyvîn û konseran bi hezaran kesî anî ba hev.

Roja ewil a festîvalê bi panela bi ser navê, “Gefa Şer a Emperyalîst, Pêvajoya Aştiyê, Elewî û Dersim destpê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, parlamenterên berê yên HDPê Erdal Ataş û Îdrîs Baluken wekî axaftvan tevlî panelê bûn. Di panela bi moderatoriya Demîr Çelîk de geşedanên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd, destwerdanên emperyalîst û têkoşîna demokratîk hate nîqaşkirin.

Di roja duyemîn a festîvalê jî bi panela bi ser navê, “Li Dîasporayê Koç, Jin û Jiyan” destpê kir. Aktivîst Songul Omurvan û nivîskar-aktivîst Seher Yegîn wekî axaftvan di panela bi moderatoriya Hulya Şîmsek de cih girtin. Pêşkêşiya bernameya dîkê ya festîvalê Pinar Kazan û Alî Guler kir. Bername bi xwendina gulbangê ji aliyê Firaz Yalvaç Ana û Cevahîr Altunok Ana destpê kir.

Hevserokên Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Hurî Kabayel û Şahîn Polat, Serokê Federasyona Yekîneyên Dersima Demokratîk a Ewropayê (ADEF) Muharem Erdogan û Hevserokên Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) Erol Aydin û Akîfe Polat beşdaran silav kir.

Hunermend Pinar û Îmam Ozgul bi berhemên xwe pêşkêş kirin û pêşandanên folklorê hatin kirin.

Parlamentera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordu di festîvalê de anî ziman ku bi polîtîkayên madenê yên ku li Dersimê tê meşandin re, êrîşên piralî yên li ser bawerî, ziman û nirxên civakê dewam dikin. Ayten Kordu bal kişand ser tundiya li ser jinana û dosyaya Gulîstan Doku jî û destnîşan kir hewl tê dayîn ku civakê bi hişbir, fihûş û polîtîkayên cihêkirinê veguherînin. Ayten Kordu bertek nîşanî gotina, “Dersim bêxweyî ye da û wiha got, “Dersim ne bêxweyî ye. Xwediyê Dersimê, Dersimî ne.”

Ayten Kordu bang li Dersimiyên li dîasporayê jiyan dikin kir û diyar kir ku divê têkiliyên wan ên bi bajêr ve xurt bibe û wiha got, “Ne tenê ji bo serdanan, divê ji bo xwedîderketinê biçin Dersimê.”

Elewî her tim têne cem hev

Serokê Giştî yê Federasyona Yekîneyên Elewî ya Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat di axaftina xwe de anî ziman ku Elewî ne tenê di rojên bi êş de, di cejn û rojên keyfxweşiyê de tên ba hev.