Mikaîl Aslan li Qada Şêx Seîd konserek bi coş li dar xist
Hunermend Mikaîl Aslan bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê li qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê konserek li dar xist.

Bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê hunermend Mîkaîl Aslan li qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a Amedê konserek li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî konserê bûn. Di konserê de coşeke mezin derket holê. Girseya beşdarî konserê bûn bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berzkirin.
‘Ev qad rêberê me ye’
Di destpêka konserê Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol bal kişand ser peyamên qadê û got: “Ev qad raboriya me ye. Ev qad rêberê me ye. Di şexsê yên ku li ber xwe didin û şer dikin de, bi mîrateya berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştiye re, weke çûkê sîmir ji nav xweliyên xwe ji nû ve çêbûn û em li vir in. Îro bi pêşengiya Birêz Ocalan re, vîna aştiyê, wekheviyê û jiyana hevpar bi têkoşînê tê mezinkirin. Em dizanin ku di dilê bi milyonan mirovî de heman hêvî heye. Em bawer dikin ku wê rojekê li ser sûran gelê xwe silav bike.”
‘Me serî netewand’
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî bal kişand ser çanda Kurdî û wiha got: “Ev gel di dîrokê de ji bo zimanê xwe, ji bo çand û hunerê xwe, ji bo strana xwe têkoşiyane û me tu carî serî netewand.”
Piştî axaftina, hunermend Mikaîl Aslan derket ser dikê û bi stranê xwe gel coşand û konser bi dawî bû.


