Prz. Cemîle Turhalli: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî ya Herêma Tolhildanê hate lidarxistin. Parêzer Cemîle Turhallî beşdarî komxebatê bû û diyar kir ku divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

1 deqe xwendin
Prz. Cemîle Turhalli: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

 

Platforma Saziyên Demokratîk li Sêwregê ya Rihayê komxebata zimanê Kurdî ya Herêma Tolhildanê li dar xistin. Platformê bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” li avahiya Ziwan Kurdî komxebat pêk anî. Gelek kes beşdar bûn. Komxebat bi zaravayê Kirmanckî-Zazakî yê Kurdî hate birêvebirin. Çalakvanê zimanê Kurdî û nivîskar Rifat Ronî moderatoriya rûniştina ewil a komxebatê kir. Perwerdekar Ferîde Akturan û parêzer Cemîle Turhalli jî weke axaftvan tev li bûn.

Ferîde Akturan di axaftina xwe de bal kişand ser mijara “Perwerdehî û pirzimaniyê” û destnîşan kir ku perwerdehî ji bo zindîhiştina zimanekî gelek girîng e. Ferîde Akturan diyar kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Parêzer Cemîle Turhalli jî bal kişand ser mijara “Ziman, hiqûq û siyasetê” û xwest di yasayan de guhertin pêk werin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Di rûniştina duyemîn a komxebatê de rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd Stran Yaşar moderatoriyê kir û perwerdekar Firuzan Demîr, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkan û nivîskar Ehmedê Bira jî wek axaftvan amade bûn.

Haci Ozkan li ser mijara “Duh, îro û siberoja ziman” axivî û diyar kir ku zext û zordariya serdestan û netewedewletê nehişt zimanê Kurdî li pêş bikeve û bibe zimanê perwerdehiyê.

Firuzan Demîr jî li ser mijara “Ji bo ku zarok zimanê dayikê hîn bibin teşwîqa medya dîjîtal” rawestiya û anî ziman ku her roja ku diçe zaravayê Kirmanckî-Zazakî tune dibe û xwest xwedî li zaravayê Kirmanckî bê derketin û got: “Ji bo xwedîderketinê jî pêwîst e ziman bê hînkirin û belavkirin.

Nivîskar Ehmedê Bira jî herî dawî axivî û li ser mijara “Weşan û medya” gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser tunebûna zaravayê Kirmanckî û banga xwedîderketina li zaravayê Kirmanckî kir.