2yemîn Festîvala Êzidxanê li Almanyayê bi coş pîroz kirin
Qesra dîrokî ya Ulenburgê ku li bajarê Loehne yê Almanyayê ye, vê salê cara duyemîn mazûvaniya Festîvala Çand û Hunerê ya Êzidxanê kir. Festîval bi dirûşma “Bawerî û çanda xwe biparêzin” hat lidarxistin û bi sedan Êzidî û mêvanên ji cûrbecûr beşan li hev civandin.

Brusk Bagok
Bernameya festîvalê bi xwendina qewlên kevnar ên Êzidiyan dest pê kir. Dûv re ji bo şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêzgirtin hat kirin. Piştî wê, qewlên kevneşopî yên ku ji aliyê ruhanîyan ve hatin xwendin, di nav beşdaran de hestên kûr derxistin holê.
Di axaftina vekirinê de, navê komîteya amadekariyê, girîngiya parastina çand, ziman û baweriyê hate xêzkirin. Di axaftinê de hate gotin ku Êzidî, li Ewropa an jî li her devera din a cîhanê bijîn, berpirsiyariya wan e ku çand, ziman û baweriya xwe biparêzin û ji nifşên nû re veguhezînin. Herwiha role dayikan di parastin û veguhastina van nirxan de taybetî hate xêzkirin.
Di çarçoveya festîvalê de peyama piştgiriyê ya Meclîsa Gel a Şengalê û herwiha peyamên gelek partîyên siyasî, saziyên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl ên Almanyayê jî hatin xwendin. Di van peyaman de girîngiya parastina nasname, çand û nirxên Êzidiyan hate destnîşankirin û bang li yekîtî û hevsolidariyê hate kirin.
Qesra dîrokî bû navenda çanda êzidiyan
Qesra Ulenburgê ya ku nêzî 450 salî ye û wekî yek ji mîrasên girîng ên dîrokî yên Almanyayê tê naskirin, di demê festîvalê de bû navendeke ku çand, kevneşopî û nirxên civakî yên Êzidiyan tê de hatin pêşandan. Beşdar di stendên ku di qadê de hatibûn avakirin de fersenda naskirina cil û bergên kevneşopî, destkarî û gelek nirxên çandî yên Êzidiyan peyda kirin.
Bi taybetî cil û bergên rengîn ên kevneşopî yên ku jinan li xwe kiribûn, bala mêvanan kişand. Jin û ciwan bi cilên xwe yên neteweyî û çandî reng û bedewiyek taybetî dan festîvalê.
Hunermend derketin zer dikê
Di çarçoveya festîvalê de bernameya hunerî jî bi eleqeyeke mezin hate şopandin. Hunermendên Cewad Merwanî, Narînxan, Yasir Qîranî, George Safar û Diyar Gerîla li ser sehneyê derketin û bi stranên xwe demên bê bîranîn ji temaşevanan re afirandin. Herwiha Koma Viyan û Dindar Afşiyo jî bi performansên xwe yên hunerî reng dan festîvalê. Li ser stranên Kurdî yên ku hatin gotin, bi sedan kes ketin govendê. Ciwan, jin û zarok bi muzîk û govendan hem nirxên çandî yên xwe zindî girtin û hem jî ruhê hevsolidariyê xurtir kirin.
Peyama yekîtî û hevsolidariyê
Di tevahiya festîvalê de di axaftinan de hate diyarkirin ku civaka Êzidiyan tevî hemû êş û fermananên dîrokî, çand, ziman û baweriya xwe diparêze û didomîne.
Beşdaran gotin ku ev cure çalakî bi taybetî ji bo nifşên nû yên ku li Ewropayê mezin dibin gelek girîng in, ji ber ku alîkarî dikin ku wan nasname û çanda xwe baştir nas bikin û bi kokên xwe ve girêdayî bimînin.
Festîval heta demên êvarê bi muzîk, govend û peyamên yekîtî û hevsolidariyê dewam kir û bi coşeke mezin bi dawî bû. Beşdaran diyar kir ku Festîvala Çand û Hunerê ya 2emîn a Êzidxanê di parastina mîrasa çandî û civandina civakê de roleke girîng lîst û spasî hemû kesên ku di amadekirin û serkeftina wê de beşdar bûn kirin.


