232 dîlgirtî serbest berdan

Koma çaremîn a ku ji 323 dîlgirtiyan pêk dihat, hatin berdan û gihîşt Hesekê. Kom ji hêla malbatan û gel ve hatin pêşwazîkirin.

1 deqe xwendin
232 dîlgirtî serbest berdan

Di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de koma çaremîn a dîlgirtiyên ku j 232 dîlan pêk dihat û di destê hikûmeta demkî ya Şamê de bûn, hatin berdan. Dîlgirtî li gel Çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê bi coş û moraleke mezin ji hêla malbatan, gel û Fermandarên Asasyîşê ve hatin pêşwazîkirin. Koma yekemîn di 10ê Adara 2026an de ku ji 100 kesî pêk dihat, koma duyemîn di 19ê Adarê de ku ji 300 kesî pêk dihat û koma sêyemîn jî di 11ê Nîsanê de ku ji 400 kesî pêk dihat hatin berdan.