Wezareta Dadê serlêdanan bê bersîv dihêle
Ji çileya 2024an heta niha li ser navê sazî, komele û partiyan 11 şande û kesan serî li Wezareta Dadê dan. Nûneran xwestin biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê heta niha Wezareta Dadê hemû serlêdan bêbersîv hiştine.

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024an de li meclisê çû serdana Koma DEM Partiyê û destê xwe dirêjî hevserokên DEM Partiyê kir û xwest aştiya navxweyî pêş bixin. Dewlet Bahçelî li meclisê bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û xwest li meclisê bang bike ku PKK xwe fesix bike. Dîsa xwest ku dawî li çekan bîne. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 23ê Cotmeha 2024an a bi Omer Ocalan re diyar kir ku şert û merc bêne avakirin dikare pirsgirêkê çareser bike. Dîsa di hevdîtina 22ê kanûna 2024an de nexşerêya çareseriyê pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Lê heta niha şert û mercên ku nûnerên saziyên demokratîk, partiyên siyasî û nûnerên civakê bi Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan re hevdîtinê bikin nehatine amadekirin. Di van 29 mehan de li ser navê partî, komele û rêxistinên civakî gelek şandeyan serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê heta niha ji xeynî Şandeya DEM partiyê hemû serlêdan bê bersîv mane.
Dema em ji çileya 2024an heta niha li serlêdanên hatine kirin dinerin, em dibînin ku di nava 29 mehan de, kes, nûner û şandeyan li ser navê sazî û rêxistinan 11 caran serî li Wezareta Dadê dane û xwestine biçim Îmraliyê. Lê serlêdanên wan bê bersîv maye. Çend serlêdanên ku di çapemeniyê de derketine pêş wiha ne:
Di 8ê Gulana 2026an de; Heyeta Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştî serdana partiyên siyasî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Di 19ê Çileya 2026an de; Heyeta Ciwanên Rojhilata Navîn ku ji welatên cuda hatin Enqereyê ji bo li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
Di 26ê Mijdara 2025an de, ciwanên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan.
28ê Tîrmeha 2025an de di çarçoveya kampanya ‘Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan’ de ji 13 welatan 100 jinan xwestin biçin Îmraliyê û serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.
24ê Tîrmeha 2025an de, 7 ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin Enqereyê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, serî li Wezareta Dadê dan.
24ê Hezîrana 2025an de, Platforma Jinan a Wanê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Di 7ê Sibata 2025an de, rojnameger Nezahat Dogan, Dîren Yurtsever û Dîcle Muftuoglû, ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
Kanûna 2024an: Wezareta Dadê, serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bike erê kir.
3yê Kanûna 2024an de, şandeya navneteweyî ku ji 30 rewşenbîr û siyasetmedaran pêk dihat, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Di 8ê Adara 2024an de, Hevserokên Giştî yên berê yên OHDê Bunyamîn Şeker û Ayşe Acinikli, ji bo ku li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
Di 22ê çileya 2024an de, hezar û 330 parêzerên ku endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), komeleyên heq û hiqûqê û gelek baroyên Kurdistan û Tirkiyeyê ne bi boneya tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya rêbertî bixwazin beriya serî li Wezareta Dadê dan.


