Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

Şaredarê navçeya Adalarê ya Stenbolê Alî Ercan Akpolat jî di nav de 35 kes hatin girtin.

1 deqe xwendin
Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

Li dijî Şaredariya Navçeya Adalarê ya Stenbolê ku di bin rêveberiya CHPê de ye, di 19ê Hezîranê de operasyonek pêk hatibû û 39 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên emniyete 39 kes sewqî Edliyeya Anadolûyê ya navçeya Kartelê hatibûn kirin. Dozgerî derbarê 35 kesan de biryara girtinê xwest û sewqî dadgehê kir.

Dadgeh derbarê serokşaredar Alî Ercan Akpolat, Cigîrên Şaredar Huseyîn Yilmaz û Firat Dûrak jî di nav de ji bo 35 kesan biryara girtinê da û 4 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.