23yemîn Kongreya Awarte ya KNKê bi dawî bû

Desteya Giştî ya 23yemîn a KNKê ya Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist. Bi nîqaş û yekîtiya dengan a delegeyan, 19 endamên Konseya Rêveber bûn 23 endam.

1 deqe xwendin
23yemîn Kongreya Awarte ya KNKê bi dawî bû

Desteya Giştî ya 23yemîn a KNKê ya Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist. Bi nîqaş û yekîtiya dengan a delegeyan, 19 endamên Konseya Rêveber bûn 23 endam. Piştre hilbijartina Konseya Rêveber pêk hat. Kongreyê bi xwenaskirina endamên ji bo Konseya Rêveber û pêşniyaran, dewam kir. Hevserokên KNKê Zeynep Murad û Ahmet Karamus ku jinûve hatin hilbijartin, axivîn û spasî kirin. Zeynep Murad got; “Di dema nû de em wezîfeya xwe digirin ser xwe, em di ferqê de ne ku ev berpirsyarî çiqasê giran û dîrokî ye. Ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên di vê sedsalê de mayînde bibin, pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye ku xebatên neteweyî hîn zêdetir bi disiplîn bên meşandin û zemînê dîplomatîk were xurtkirin. Weke rêveberiya nû em di ferqa vê yekê de ne.”

Ahmet Karamus jî ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo pir hesas e. Em ê di du salên pêşiya xwe de ji bo xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî, di têkiliyên dîplomasî û navneteweyî de weke yek deng ji bo temsîlkirina gelê Kurd bixebitin.”

Endamê Konseya Rêveber a KNKê Zubeyîr Aydar jî axivî û diyar kir ku eger pêvajo pêş bikeve, hêvî heye ku li Tirkiyeyê dawî li înkara li ser gelê Kurd were. Zubeyîr Aydar ji bo konferansa ku wê di salvegera 100emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ji aliyê KNKê ve were organîzekirin û mîtînga ku wê li Elmanyayê were kirin, banga tevlîbûnê kir. Kongre bi nîqaş û pêşniyarên beşdarên ji her çar parçeyan, nûnerên partiyên siyasî, kes û delegeyan û bi nîqaşên li ser parastina destkeftiyên Kurdistanê bi dawî bû.

Endamên Konseya rêveber a KNKê yên hatin hilbijartin wiha ne:

1-Shêx Şemal

2-Refik Gefur

3-Ekrem Husso

4-Îbrahim Alipur

5-Behzad Pîrmusa

6-Şêrko Muhammed Emîn

7-Faruk Cemîl

8-Mîran Saleh

9-Şukrullah Muhammed Emîn

10- Osman Ergin

11-Said Senendecî

12-Yakup Mîrza

13-Zubeyir Aydar

14-Nilufer Koç

15-Rojîn Mukriyan

16-Dîmen Sohrabî

17-Şahla Hafid

18-Aria Issa

19-Fatma Lekto

20-Zeynep Mustafa

21-Nure Alkiş

22-Perwîn Saîd

23-ŞilanEminoglu