‘Dema avakirina meclisên ziman e’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir di şahiya li Edeneyê de diyar kir ku êdî dem dema avakirina meclîsên zimane.

1 deqe xwendin
‘Dema avakirina meclisên ziman e’

Komeleya Çand û Hunerê ya Anavarzayê, di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li Parka Îsmetpaşa ya li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê şahiya ji bo ziman li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir beşdarî şahiyê bû. Endamên pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê û gelek welatî di çalakiyê de amade bûn. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê û sirûda Çerxa Şoreşê dest pê kir û girseya gel di dema şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir li vir axivî û Cejna Zimanê Kurdî li gel pîroz kir û got: “Li gorî lêkolînên zanistî kurdî di nav 8 zimanên herî dewlemend ên cîhanê de cih digire. Em ji xwe û zimanê xwe bawer bin. Avakarên ziman dayik in. Zimanê me bi saya keda dayikan gihîştiye vê astê.” 

Keskîn Bayindir, xwest ku park, qad û kolan veguherin qadên hînbûna kurdî û bang kir ku li her derê bi kurdî biaxivin û kurdî hînî zarokan bikin.

Piştî axaftinê dîwana dengbêjan û hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Anavarzayê derketin ser dikê. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.