24 kamyonên alîkariyê gihaşt Kobanê

24 kamyonên konvoya alîkariya mirovî gihaştin bajarê Kobanê. Li navçeya Sengezerê jî gel ji bo Rojava alîkarî kom kir.

1 deqe xwendin
24 kamyonên alîkariyê gihaşt Kobanê

24 kamyonên konvoya alîkariya mirovî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine şandin gihaştin bajarê Kobanê. Li Sengezerê jî gel alîkarî kom kir. 

Alîkariyên ji xurek, sotemenî û hwd pêk tê, dê li malbatên ên ji ber êriş û dorpêçê mexdûr bûne bêne belavkirin. Çeteyên HTŞ, SMO, DAIŞ ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, demek dorpêçeke giran danîne ser bajarê Kobanê û êrişan pêk tîne. Di encama dorpêçê û nebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê duh 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Îro jî di êrîşê de zarokê jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn. Li ser vê yekê ji hêla gelek aliyan ve bangawaziyên lezgîn ên alîkariyê hatin kirin.

Şêniyên Sengezerê jî alîkarî da Rojava 

Ji bo alîkarîkirin û piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê li gundê Tewsûranî ya ser bi Sengeserê ya girêdayî Qeladizê kampanyayake ya alîkariyê hate destpêkirin. Di kampanyayê de pere, cilên zivistanê û xorek tên komkirin. Li ser navê kampanyayê Ahwan Rizgar axivî û diyar kir ku bi hemû beşên civakê wan dest bi kampanyayeke ya alîkariyê ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojava kirine. Ahwan Rizgar bang li hemû aliyan kir ku eger nikarinbin biçin wir, dikarin li vir alîkarî ji bo gelê Rojava kom bikin.