Di doza Kobanê ya Kerboranê de geşedaneke nû

Di çalakiyên Kobanê de Bîlal Gezer û Sînan Toprak hatibûn kuştin. Piştî cînayetê, bi ser mala Kadîr Şengul ê HUDA PARî de hat girtin. Der heqê polîs Olcay Akkaya ku beriya serdegirtina malê agahî dabû Şengul de serlêdana sûc hat kirin.

1 deqe xwendin
Di doza Kobanê ya Kerboranê de geşedaneke nû

Di çalakiyên protestoyî yên 6-7ê cotmeha 2014an ên li dijî êrişên DAIŞê yên li dijî Kobanê li navçeya Kerboran a Mêrdînê de welatiyên bi navên Bîlal Gezer û Sînan Toprak ji hêla HUDA PARiyan ve hatin kuştin. Îdianameya der heqê faîlan de piştî 12 salan hat qebûlkirin û danişîna ewil a dozê di 2yê adarê de li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê hat lidarxistin. 

Danişîna 2yemîn a dozê jî di 13ê nîsanê de hat lidarxistin. Di danişînê de pirsa komîserê TEMê Olcay Akkaya ji Kadrî Şengul hat pirsîn. Şengul, got ku Akkaya di 8ê cotmehê de tev li lêgerîna li mala wî bûye û îdia kir ku tu hevdîtinên din pê re nekiriye. Lêbelê belgeyên parêzeran bi dest xistin, berevajiya van îdiayan e. Li gorî belgeyan; Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê qeydên HTSê yên Kadrî Şengul ên roya bûyerê xwest. Li ser vê yekê raporeke qeydên HTSê yên aydê hevdîtinên navbera 7 û 9ê cotmehê de pêşkeşî dozgeriyê hatin kirin.