Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hat kirin
Bi pêşengtiya MEBYA-DERa Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Zeynep Çirav (Zeynep Elînç) a ku di encama şer de li bajarê Şehbayê jiyana xwe ji dest dabû, hate kirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Zeynep Çirav (Zeynep Elînç) a ku di 27ê tîrmeha 2019an de li bajarê Şehbayê yê Efrînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat kirin. Di serdana şînê de rêveber û endamên MEBYA-DERê, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez, Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş, rêveberê û endamên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê, TUAY-DER, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Girseya ku bi ber mala şînê ve meşiya dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Girse piştî derbasî hundir bû ewilî dua hatin kirin û pişt re jî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

Hevseroka MEBYA-DERa Sêrtê Emîne Aşkan ku li ser navê saziyê axivî, ewilî xêrhatina mêvanan kir û got: “Hevala Zeynep jî keça me bû, ew ê her tim di dilê me de be. Heta em sax bin û dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li pey doza wan bin û bibin şopdarên rêya wan. Em soz didin ku heta xeyalên wan bi cih neyên em ê serî daneynin. Serê malbatan û serê gelê Kurd sax be.”
‘Ev ji vo gelê kurd serbilindahiyek mezin e’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez jî wiha got: “Em wekî gelê kurd li ser ruyê dinyayê yên ku herî maye bêstatu ne. Ev ji bo gelê kurd ne weke kêmasiyeke, ev rûreşî ya tevahî cîhanê ye. Gelê kurd her tim li ber xwe daye û têkoşiya ye. Em jî dixwazin weke hemû gelan bi nirxên xwe bijîn. Çi gel di cîhanê de hene em dixwazin bi wan re bi aştiyane bijîn. Sed sal in tu kesê weke gelê kurd li ber xwe nedaye û têkoşîn nekiriye. Ev tê wê wateyê ku gelê kurd bi rûmet e. Me li hember tunekirinê û înkarkirinê tu carî serê xwe netewandiye. Hevala Zeynep li cihekî weke Rojava jiyana xwe ji dest da. Bi saya wan cangoriyên Rojava li cîhanê dema ku qala kurdan tê kirin, qala fedaîbûn, rûmet û bişerefbûna wan tê kirin. Û qala li hemberî hovîtiya li dijî DAIŞê û qala rûmeta parastina mirovahiyê tê kirin. Ev ji bo gelê kurd serbilindahiyeke mezin e.”
‘Bila serê gelê kurd û Serokatî sax be’
Apê Zeynep Çiravê, Kemal Elînç jî xêrhatina hemû mêvanan û saziyan kir û got: “Şehîd ne şehîda me bi tenê ye, ya hemû kurdan e. Ev şehîd ne ya yekemin e û ne ya dawiye jî. Em ji rebê xwe dixwazin ku bibe ya dawî. Bila serê gelê kurd, Serokatî û ew kesên ku ji bo vê têkoşînê ked dane saxbe.”


