28 sal in pênûsa heqîqeta azadiyê geş dibe

Gurbetellî Ersoz di 11ê tîrmeha 1965an de li Gundê Zîverê yê bi ser navçeya Palo ya Xarpêtê ve ji dayik bû.

1 deqe xwendin
28 sal in pênûsa heqîqeta azadiyê geş dibe

Gurbetellî Ersoz di 11ê tîrmeha 1965an de li Gundê Zîverê yê bi ser navçeya Palo ya Xarpêtê ve ji dayik bû. Bavê wê di dema ji dayik bûna wê de li Almanyayê bû, dema ku ew ne li wir bû navê keça xwe danî "Gurbetellî". Bandora vî navî li ser jiyana wê nayê zanîn, lê israra dayika wê ya ji bo perwerdekirina wê, tevî ku bavê wê ji ber oldariya xwe çûyîna wê ya dibistanê red dike jî, wê dişine dibistanê. Israra dayika wê ya xwendinê bandoreke mezin li ser jiyana wê dike. Piştî ku dibistana seretayî diqedîne dayika wê, Fatma Ersoz, koçî Edeneyê dike da ku keça wê bikaribe biçe dibistana navîn. Gurbetellî Ersoz, Zanîngeha Kafkasê qezenc dike. Lê ji ber bavê wê nexwestiye ew li wir bixwînê, ew jî neçar dimîne ku ji nû ve bikeve azmûnê û zanîngehê qezenc bike. Di encama israr û têkoşîna wê de Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurovayê qezenc dike û xwendina xwe li wir diqedîne.

‘Pênaseya jiyana azad’

Gurbetellî Ersoz piştî xwendina xwe ya lîsansê diqedîne, li heman Enstîtuya Zanistê ya Çukurovayê ya "Jîngeh û Enerjiyê" kar dike. Herwiha komkujiyên Çernobîl û Helebceyê di jiyana wê de xalên werçerxê daye avakirin. Gurbetellî Ersoz ku gelekî di bin bandora her du komkujiyan de maye wiha gotiye: "Ez ji kîmyagerên ku divê herî zêde bi Çernobîl û Helebçeyê re eleqedar bibûna pir matmayî mam. Min dest pê kir ku pir caran ji xwe bipirsim, 'Ez çi me?' û 'Divê ez çi bikim?' Gurbetellî Ersoz ku di heman demê de sê salan wekî alîkara lêkolînê xebitî dema ku mastera xwe dikir, di 10ê kanûna 1990an de bi hinceta 'endametiya rêxistinê' ye 15 rojan tê girtin. Gurbetellî Ersoz du salan li Girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve şûnve li nûnertiya Edeneyê ya Ozgur Gundemê û Ozgur Ulkeyê dixebite. Li Tirkiyeyê jina yekemîn ku gerînendetiya weşana giştî ya rojnameyekî kiriye, xwediyê gotina “Min çiya di dilê xwe de nexşandin” Gurbetellî Ersoz e. Ew dibe yekemîn gerînendeya weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê.

'Navê wê di dilê me de hatiye neqişandin'

Hêlîn Asmîn ji 10 salan zêdetire ku di çapemeniya azad de dixebite û niha jî nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dike. Hêlîn Asmîn li ser şopa heqîqeta Gurbetellî Ersoz û çanda çapemeniya azad axivî û wiha got: “Li ser şopa Gurbetellî Ersoz li hemû bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dike. Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistanê û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê. Ku yekemîn ajansa nûçeyan a jinan JINHA ye û ji wê heta JINNEWSê, heta yekemîn televîzyona jinan Jin TV, kovara jinan Jina Serbilind a li Ewropayê heta niha NEWAYA JIN tê weşandin. Yekitiya Ragahanidna Jin (YRJ) ku li Rojava hatiye rêxistinkirin di bin sîwana wê de Star Fm ku yekemîn radyoya jinan e, JIN Produksiyon weşanê dike û gelek kovar, rojnameyên ku jin bi xwe didin meşandin hene. Gurbetellî Ersoz ji bo min evîn û şopandina jinên kurd û Kurdistanê ye ku jiyana xwe bi raman, nivîs û berxwedan hûnandiye û di navbera peyv û guleyêde, di navbera xatir û xewnên jinan de ye, têkoşîn daye meşandin û îro di dilê her rojnamevanên jin de cihê xwe girtiye. Gurbetellî mîna navê xwe bûye bêrikirina ax, welat û azadiyê. Gurbetellî Ersoz wek edîtora yekem a jinên kurd kete dîrokê û bû sembola têkoşereke jin di doza azadiya welat û xaka Kurdistanê de. Di şertên herî giran de rojnamegerî kir, tu astengî û qedexeyên pêşiya xwe nas nekir û têkoşîneke bêhempa da meşandin. Bû şoreşger û rojnamegereke ku tarîtî hilweşand û şewqa heqîqetê di dilê rêhevalên xwe de geş kir ku heta roja me hatiye û bûye jiyan û kevneşopiya ragihandina jinên kurd. Wê bi pênûs, kamera û defteran xebat dikir. Di çarçoveya dagirkeriyê û şerê li ser civakî de, ew bi berxwedana xwe deng û rûmetên wan di gelê xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê xwedîlêderketina çapameniya azad, xwedîlêderketina şehîdên çapameniya azad û erka xwe pêk anîne. Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, li Başûr Nagîhan Akarsel, nû