Ji ber nameyên ku nivîsî ceza dan Werîşe Muradî

Ji ber nameyên ku nivîsî 6 mehên din cezayê girtîgehê li girtiya jin a kurd Werîşe Muradî hat birîn.

1 deqe xwendin
Ji ber nameyên ku nivîsî ceza dan Werîşe Muradî

Kampanya Azadiyê ya Werîşe Mûradî ragihand ku metn û nameyên ku Werîşe Muradî di salvegera tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' de nivîsî bû mijara sûcdariya ji dozeke nû re.

Hat ragihandin ku Werîşe Muradî di çarçoveya dosyayê de bi sûcdariya ‘propagandaya li dijî rejîmê’ hatiye darizandin û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.