'Keda jinan nayê dîtin'
Şengul Topçu, ku 17 salan bi rêvebirina nanpêjxaneyekê serxwebûna xwe ya aborî ava kiriye, bal kişand ser enflasyona bilind, qezenca kêm û zextên navxweyî yên li ser jinan û got: "Divê jin hêza xwe nîşan bidin û bêyî ku hewcedariya wan bi kesî hebe, li ser lingên xwe bisekinin."
Buşra Turan
Krîza aborî ya kûrtir li Kurdistan û Tirkiyeyê, digel enflasyona xwarinê ya ku ji sedî 100 derbas bûye, xwediyên karsaziyên biçûk û bi taybetî jinên ku di çerxa hilberînê de ji bo jiyanê têdikoşin, neçar dike ku têkevin nava têkoşîna ji bo jiyanê. Li gorî daneyên fermî, beşdariya jinan a di hêza kar de nîvê mêran e; jinên karker bi mûçeyên kêm, nebûna ewlehiya civakî û zextên kevneşopî ya di nav malê de re rû bi rû ne. Jin heta derengiya şevê dixebitin. Newekheviya zayendî jî qeyranê kûrtir dike.
Şengul Topçu, ku 17 sal in li nanpêjxaneyekê li Qersê ji saet 7ê sibehê heta 10ê êvarê dixebite, bi gotina "aborî pir xirab e" rewşa xwediyên karsaziyên biçûk tîne ziman, behsa astengî û zextên civakî yên ku jin di bidestxistina azadiya aborî de pê re rû bi rû dimînin, kir.
'Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin'
Şengul Topçu diyar kir ku serxwebûna aborî ya jinan û hewldana wan a sekna li ser piyên xwe bingehên edaleta civakî ne û tekez kir ku jiyana xebatê ne tenê destkeftiyek takekesî ye, lê di heman demê de beşdariyek ji bo malbat û civakê ye jî. Şengul Topçu wiha got: "Divê her jin li ser piyên xwe raweste, divê ew ne hewceyî kesî be. Dema ku hûn li dora xwe dinêrin, jinên ku mexdûr in, jinên ku bindest in hene. Wekî jin, em vê yekê heq nakin. Ez dixwazim ku hemû jin li ser piyên xwe rawestin. Ez 17 sal in nanpêjxaneya xwe dixebitînim. Ez saet di 7ê sibehê de dest bi kar dikim û saet di 10ê êvarê de diqedînim. Karê me dijwar e, lê divê jin hêza xwe nîşan bidin. Pêdivî ye ku ew di nav pergala kar de xwe îfade bikin."
'Jin hîn jî di bin zextê de ne'
Şengul Topçu diyar kir ku bi saya biryardariya jinan ti astengî tune ne ku neyên derbaskirin û got ku zehmetiyên aborî û zextên navmalî potansiyela jinan sînordar dikin. Şengul Topçu wiha dewam kir:"Tiştekî nikaribe bê kirin tune ye, heta ku ew xwe paşve negirin. Ji aliyê aborî ve, em nikarin bi bihayê xwe bifroşin, em bi bihayên pir kêm difroşin. Çi nan be çi jî berhemên me yên din, bê guman em bi bihayên kêm difroşin, lê aborî pir xirab e. Ger aborî baş bimeşiya, dibe ku jin di van zehmetiyan de nebûna. Mînak, em li derve dibînin; ez dibêjim divê her kes bixebite, divê her kes bikaribe li ser lingên xwe bisekine, lê bê guman di vê aboriyê de dijwar e. Ez vê yekê di asta malbatê de jî bibêjim; hin jin hene, hevjîn û bavên wan nahêlin, wan asteng dikin. Ew bi rengekî di bin zextê de têne girtin. Divê jin bikaribin li ser lingên xwe bisekinin û hewceyî hevjîn û bavê xwe nemînin."


